Di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (CDK) Leyla Guven û Bedran Ozturk, tevî heyetek ji KCD'ê serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin.
GUNAY: NÊZÎKATIYA LI OCALAN BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ DIKE
Ji parêzerên Ocalan Ebrû Gunay spasiya heyeta KCD'ê kir û got, "Em serdana KCD'ê di rojeke wiha de gelekî watedar dibînin." Gunay bi bîr xist, ku tecrîdeke giran li Îmraliyê heye û anî ziman, pêvajoyên 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê bandoreke gelekî mezin kirine û tesîra xwe li çarenûsa tevahiya herêmê kirine.
Gunay anî ziman, ku ev 18 sal in bi rengekî bê navber tecrîd heye û got, "Birêz Ocalan û gelê Kurd di afirandina Kurdê azad û avakirina modernîteya demokratîk de israr dikin. Çawa ku vê israrê pêşî li komploya navneteweyî girtin, wê tecrîda li Îmraliyê jî bişikîne."
OZTURK: BI PARADÎGMAYA NÛ PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ HATE GIRTIN
Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk diyar kir, ku tecrîda li Îmraliyê li derveyî hiqûqê ye û anî ziman ku bi rêya komployê hewl hatiye dayin Ocalan ji holê bê rakirin. Ozturk got, "Di şexsê Ocalan de xwestin berxwedan, azadî û daxwaza aştiyê ya gelê Kurd tine bikin. Birêz Ocalan bi paradîgmaya xw eya nû ya li Girtîgeha Îmraliyê afirandî, pêşî li vê girt. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn rêyek hilbijart. Ev rê rêya wekhevî, demokrasî û azadiyê ye. Rêya rêvebirina gel xwe bi xwe ye."
'ŞERMEZARKIRIN TÊRÊ NAKE; EM DAKEVIN QADAN'
Ozturk bi bîr xist, ku ji sala 2011'an û vir ve destûr nayê dayin ku Ocalan parêzerên xwe bibîne û got, "Şermezarkirina têra rakirina tecrîdê nake. Divê em dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Azadiya Birêz Ocalan wê bibe azadiya Rojhilata Navîn û hemû gelan. Pêwîste em dakevin qadan. Em li dijî vê tecrîdê ne, em ê tecrîdê bişikînin. Bi vî rengî em dikarin gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn azad bikin."