Çalakiya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê hate destpêkirin

Çalakiya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê bi beşdariya nûnerên saziyên Kurd, rêveberên herêmî yên Îtalyan dest pê kir.

Beriya çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê bi beşdariya bi hezaran kesan li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin. Piştî mîtîngê wê otobusa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê bikeve. Wê otobus 33 rojan li Ewrûpayê bigere.

RÊVEBERÊN HERÊMÎ YÊN ÎTALYAN: AZADIYA OCALAN AZADIYA GELAN E

Di mîtîngê de li ser navê şaredariya Martano ya ku hemwelatiya rûmetê dabû Ocalan, Fabîo Tarantîno axivî û got, azadiya Ocalan azadiya gelan e. Tarantîno diyar kir ku ew piştgiriya têkoşîna ji bo Ocalan dikin û diyar kir heta ku Ocalan azad bibe divê ev têkoşîn bidome.

KARTAL: WÊ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD OCALAN AZAD BIKE

Hevserokê Kongreya-Gel Remzî Kartal jî di mîtîngê de axivî û bal kişand ser vî tiştî ku wê têkoşîna gelê Kurd Ocalan azad bike.

Kartal diyar kir ku dewleta Tirk bi her cure tifaqê zextan li gelê Kurd dike û bang li NY, YE û CPT’ê kir ku bila li hemberî qetlîam û tecrîdan bêdeng nemînin.

Piştî axaftina Kartal girse ji bo birêxistina otobusa ji bo Ocalan heta Walîtiya Strasboûrgê meşiya. Girse ji vê derê jî ew ê heta ber Konseya Ewrûpayê bimeşe û li vê derê 5 rojan çalakiya rûniştinê li dar bixe.