Komploya 9'ê Cotmehê li gelek cihan hate şermezarkirin

Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 19. de li gelek bajarên Ewropahê hate şermezarkirin.

Li bajarê Montpellîer ê li Başûrê Fransayê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hate şermerzarkirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Parka Petroû Pîtotê li hev civiyan û heta meydana Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan.

Hevserokê NCDK ê Montpellîerê Cevat Guneş li vir axivî û got, "Komplo bi ser neket; Rojava nîşaneya vê rastiyê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê bi rengekî bê navbera têbikoşin."

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê, komploya 9'ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li ber metroya Françoîs Verdîerê li hev civiyan û ji kolanên qelebalix ên bajêr meşiyan. Li kolana Jean Jaûresê piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan, girseya gel ji meydana Wîlsonê derbas bû û li meydana Capîtolê mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê de li ser navê NCDK a Toûloûse Alî Ataç, bi navê Partiya Antîkapîtalîst a Nû Pîerre Granet axivîn û belavoka li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên li Fransayê belavok hate xwendin. Qisekeran destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê ti carî dest ji azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe bernede.

DÛÎSBÛRG

Meclîsên gel ên bajarên Dûîsbûrg û Emmerîch ên Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê li salona dawetê ya Kûmkapi ya Oberhaûsenê civînek li dar xistin.

Bi qasî 300 Kurdistanî tevlî civînê bûn. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Parlamentera HDP'yî Tûgba Hezer axivîn.

Otobusa 'Azadî ji Ocalan re' li Dûîsbûrgê hate xemilandin û hate birêkirin.

LONDON

Komploya 9'ê Cotmehê li paytexta Îngilîstan Londonê hate şermezarkirin.

Zêdeyî hezar kes tevlî meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roj ve hate organîzekirin bûn. Meşê ji ber Mala Gel dest pê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Çalakgeran Şehîd Fîraz Dag jî bi bîr anî.

Di dawiya çalakiyê de bi navê Meclîsa Jinê ya Roj Besîme Başar û Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yilmaz axivîn.