Ji bo Ocalan li Belçîkayê çalakiya bi bisikletan hate lidarxistin
Li Belçîkayê, çalakiya bi bisikletan ku 2 rojan dewam kir, li paytext Brukselê bi mîtîngekê qediya.
Li Belçîkayê, çalakiya bi bisikletan ku 2 rojan dewam kir, li paytext Brukselê bi mîtîngekê qediya.
Ciwanên Kurd ên ji bajarên Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê bi rê ketin, li meydana Schûmann a Brukselê bi mîtîngekê hatin pêşwazîkirin. Çalakî ji aliyê NAV-DEM Belçîka û Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan ve hate organîzekirin. Evîn Alabay li çalakiyê axivî û got, "Wezîfeya bingehîn a ciwan, xwedîderketina li Rêbertî ye" û çalakî silav kir.
Bi navê TJK-E jî Dilşah Osman peyivî, işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, ji bo azadiya Ocalan divê li her çar parçeyan yekîtî pêk were.
Piştî axaftinan, Kurdistaniyan pankart û dowîzên bi daxwaza azadiya Ocalan vekirin û ber bi meydana Port Namûr ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Çalakî bi mîtînga li Port Namûrê qediya.