ROJANE
Hemû Nûçe
-
Oktay Etîman jiyana xwe ji dest da
Yek ji kesayetê girîng ê serdema 68'an û ji damezrînerê TKHP-C, nivîskar, werger, weşanger Oktay Etîman jiyana xwe ji dest da. -
Elmanya wê 300 hezar Euro bide saziya Erdogan
Tevî ku karên wê yên sîxuriyê eşkere bûn jî, Elmanya hê jî alîkariya pereyan dide DÎTÎB'ê, ku yek ji saziyên sereke yên rejîma Erdogan e. Derket holê, hikumeta federal plan dike, ku ji budçeya sala 2018'an 300 hezar Euro pere bide DÎTÎB'ê. -
Ji bo projeya xwedîderketina malbatan a li hev, bang hate kirin
Koordînasyona KCDK-E, li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bike, projeya xwe ya 'xwedîderketina malbatan a li hev' didomîne. -
Rojeva Rojê
4'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Bajêrgehê gelek leşker hatin kuştin
Di çalakiya îro li nêzî bajarokê Bajêrgeh a Geverê hate lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin. -
Li Girtîgeha Bolû yê her tişt ji bo girtiyan hate qedexekirin!
Zext û zordariya li ser girtiyên li Girtîgeha Bolû yê her ku diçe zêde dibe. Girtiyê PKK’yî Ergîn Atabey bi rêya malabata xwe têkildarî îxlalkirina mafan agahî da. -
Peyama sersaxiya NAV-DEM’ê ya ji bo Mam Celal
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê ji bo Celal Talabanî (Mam Celal) ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê weşand. -
Erdogan û Rûhanî Başûrê Kurdistanê tehdîd kirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokkomarê Îranê Rûhanî li hev civiyan. -
Li Parîsê ‘Çalakiya Edaletê’
Li paytexta Fransa Parîsê, lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir. -
Kurdên li Adigeyê peyama sersaxiyê dan malbata Talabanî
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo Celal Talabanî peyama sersaxiyê dan. -
Demîrtaş: Wê cihê Mam Celal neyê tijî kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew bi xemgînî bi wefata Mam Celal hesiyaye û sersaxî ji malbata Talabanî û gelê Kurd re xwest. -
Şehîdên meha Cotmehê li Stûttgartê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, şehîdên meha Cotmehê li Stûttgartê hatin bibîranîn. -
Li Iraqê ji bo Mam Celal 3 rojan şîn hate ragihandin
Ji bo Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, ku duh li paytexta Elmanya Berlînê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Iraqê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin. -
Konca: Heta ku vîna gel hebe, wekîltiya me jî wê betal nebe!
Besîme Konca ya HDP'yî, ku Meclîsa Tirk parlamenteriya wê betal kir got, "Heta ku vîna gel hebe, wê wekîltiya gel jî betal nebe." -
MOP: Wê Asûr, Keldan û Suryan Mam Celal ji bîr nekin
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) ji bo Talabanî sersaxî xwest û got, “Mam Celal di warê demokrasiyê de ji bo gelê Kurd û gelên din serokekî hêja bû.” -
'Em bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî komploya 9'ê Cotmehê bibin'
TJK-E, têkildarî salvegera 19'an a Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên şermezarkirinê yên ji 7'ê Cotmehê û pê ve dest pê bikin, banga tevlîbûnê kir. -
PYD'ê ji ber wefata Mam Celal sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest
Hevserokên PYD'ê ji ber wefata lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyamek weşand û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest. -
KCDK-E ji bo Talabanî peyama sersaxiyê weşand
KCDK-E, ji bo lîderê YNK'ê Celal Talabanî, ku duh koça xwe ya dawî kir, peyameke sersaxiyê weşand. -
Artêşa ku li Serhedê rezîl bû
Hêza şer a gerîlayên Kurdistanê, ku bi taybetî li Serhedê hate nîşandan, careke din raxist pêş çavan bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî bêçare ye. -
Di salvegera 19'an a komployê de çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Di salvegera 19'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li gelek welatan xwepêşandanên protestoyî tên kirin. Ji van a herî mezin wê li Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê bê kirin. -
KCDK-E: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên 7'ê Cotmehê bibin
KCDK-E, ji bo çalakiyên 7'ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Rojeva Rojê
3'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Parlamenteriya Konca ya HDP'yî tê betalkirin
Di rûniştina destpêkê ya sala nû ya qanûndanînê de, wê parlamenteriya Besîme Konca ya HDP'yî bê betalkirin. -
CDK-F: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 7-8'ê Cotmehê bibin
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê bang li Kurdistaniyên li Fransayê kir, ku bi xurtÎ tevlî çalakiyên 7-8'ê Cotmehê yên li Fransayê bibin. -
Li bîllboardên Baselê daxwaza azadiya Ocalan tê kirin
Li Baselê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin. Dîtbariya "Azadî ji Ocalan re" li bîllboardên dijîtal tê nîşandan.