Turk: Ti wateya gotina 'Kurd birayê me ne' nema ye

Ahmet Turk nerazîbûn nîşan da, ku ti ji rayedarên Tirk tevlî merasîma cenazeyê Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî nebûn û got, "Êdî ti wateya gotina 'Kurd birayê me ne' nemaye."

Siyasetmedar Ahmet Turk bi bîr xist, ku kesek ji protokola dewleta Tirk tevlî measîma cenazeyê Mam Celal nebûye û destnîşan kir, ku vê yekê Kurd êşandiye. Turk ji ANF'ê re axivî û got, "Êdî ti wateya xwe nîne ku Serokkomar Erdogan rabe bêje 'Pirsgirêka me bi Kurdan re nîne, Kurd birayê me ne'."

Ahmet Turk anî ziman, ku ji ber derketina derveyî welat lê hatiye qedexekirin nekariye tevlî merasîma cenazeyê Mam Celal bibe, lewma gelekî xemgîn e.

Ahmet Turk diyar kir, ku tevlînebûna kesek ji protokola dewleta Tirk, di nava Kurdan de rê li ber şikestinê vekiriye û bi bîr xist, ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf jî tevlî merasîmê bûye. Turk got, "Ji Şîa heta Sûniyan her kes tevlî merasîma cenaze bûn. Tirkiyeyê mirovekî xw eneşand. Ev tiştekî gelekî şerm e. Ne tenê ez, Kurd hemû bi vê êşiyan û vê yekê rê li ber şikestineke mezin vekir. Kurd îro gelekî li ser vê diaxivin û gelekî ji vê aciz in."

TI WATEYA XWE NÎNE KU RABE BÊJE 'BIRAYÊ MIN E'

Ahmet Turk nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li referandûma li Başûrê Kurdistanê jî nirxand û destnîşan kir ku mejiyê 'bila tiştekî Kurdan tine be' ne rast e. Turk got, "Baweriya min bi wê yekê heye, ku divê her netewe karibe biryarê li ser paşeroja xwe bide. Destwerdana ji derve û mejiyê 'bila Kurd nebin xwedî tiştekî' rast nîne. Çima ewqasî ne razî ne? Ev hêrs ji ber çi ye? Pêwîste mirov vê pirsê ji rayedarên hikumetê bipirsin." 

Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiya giştî ya li dijî Kurdan da û got, "Êdî ti wateya xwe nîne ku Serokkomar Erdogan rabe bêje 'Pirsgirêka me bi Kurdan re nîne. Kurd birayê me ne'."