Mam Celal li Stockholmê hate bîranîn
Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Stokcholmê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.
Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Stokcholmê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.
Ji bo Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî, li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîm li Dêra Suryaniyan a li taxa Maersta pêk hat û nûnerên partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanî tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Talabanî û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Nûnerê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê li Swêdê Şoreş Kadir Rahem axivî. Rahem bi bîr xist, ku Talabanî jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd kiriye û ew bi wefata wî gelekî êşiyane.
Rahem got, "Talabanî di tevahiya emrê xwe de ji bo pêkanîna aştiyê, hem li Kurdistanê, hem jî li Iraqê ji bo gelan xebitÎ."
Zanyarê siyasetê û nivîskar Omer Şeymûs jî li ser jiyan û têkoşîna Talabanî, her wiha li ser girîngiya wî ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn axivî.