Piştî mîtînga ku li Place Kleber a li navanda bajarê Strasboûrgê hate lidarxistin û şûnde, çûn pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) ya ku wê çalakiya rûniştê lê destpê bike û otobusa ku wê li nav welatên Ewropayê bikeve tûrê kom bûn.
Di meşa heta pêşiya avahiya KE’yê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Yekîtiya Navneteweyî” û “Bimire Rejîma Tirk a Komploger” hatin qîrkirin. Girseya ku pankatên bi zimanê Elmanî, Îngilîzî û Kurdî ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hilgirtin, piştî meşa bi qasî 3 km gihiştin pêşiya KE’yê.
Di mîtînga li pêşiya KE’yê de, Parlemetera HDP’ê Tûgba Hezar axivî û 19’emîn salvegera Komployê bi tundî şermezar kir. Hezer anî ziman ku komploya li hember Ocalan gelê Kurd jî dike hedef û bi vê ve girêdayî êrîşên dewleta Tirk a di roja me de tê kirin dewama vê dide nîşandan. Hezer anî ziman ku rêya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe.
Mîtîng bi axaftina dewam dike. Di saetên pêş de wê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ otobusa ku wê 33 rojan ku li welatên Ewropayê bigere bi rê bikin.
Ji bo azadiya Ocalan wê heta roja Înê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Wê nûnerên yekbûyên Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) tevlî bibin.