ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Kopenhagê navnîşana çalakiyê navenda îstasyonê ye
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistaniyan ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lezgînî çalakî li dar xistin. -
Li Parîsê çalakiya ji bo Ocalan
Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, li Fransayê li bajarê Parîsê çalakî hate lidarxistin. -
KCDK-E: Ji bo Ocalan bi lezgînî divê em derkevin kolanan
KCDK-E têkildarî tendirûstî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û ji bo Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn banga çalakiyan kir. -
Li Stûtgartê mîtînga ‘Têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan’
Li bajarê Stûtgartê ya Elmanyayê endamên Ciwanên Azad mîtînga ‘Têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan’ li dar xist. Di mîtîngê de ya ku bi Înîsyatîfa Kurdistanê hatî organîzekirin hevkariya Erdogan û Merkel hate protestokirin. -
Encamên civîna Dûkan hate eşkerekirin
Civîna di navbera PDK’ê û YNK’ê de ku ji bo gotûbêjkirina krîza bi rêveberiya hikumeta navendî ya Iraqê re ku bi referandûmê re dest pê kiribû, bi dawî bû û encamên civînê hate eşkerekirin. -
Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd dîsa bûn hevserokên KNK’ê
Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn bi dawî bû. Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd dîsa bûn hevserokên nû. -
Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, Erdogan û CPT hişyar kirin
Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad têkildarî nûçeyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erdogan û CPT hişyar kirin. -
Suryaniyan dewleta Tirk şermezar kirin
Suryaniyên li Swîsreyê dijîn, ji ber ku mîrateya wan a çandî ya hezaran salî desteser kiriye, dewleta Tirk şermezar kirin. -
Nûçegihanê ANHA'yê Hogir Mihemed şehîd bû
Yek ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hogir Mihemed ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi ser sivîlan de bi giranî birîndar bûbû şehîd bû. Êrîş 12’ê Cotmehê bi wesayiteke bombebarkirî pêk hatibû. -
Li Girtîgeha Ceyhanê Kurdî hate qedexekirin!
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Ceyhanê, greva birçîbûnê ya dorveger a li dijî zext û zordariyê dest pê kir, dewam dike. -
Ji bo piştgiriya Rojava li Romayê konser hate lidarxistin
Ji bo alîkarî bi nexweşxaneya li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bê kirin, li Romayê konserek hate lidarxistin. -
Rêxistina Efûyê li Lorîentê li dijî Tirkiyeyê çalakî pêk anî
Li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê, endamên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li dijî Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. -
Li Brukselê bîranîna şehîdan
Li paytexta Belçîka Brukselê, şehîdên Rojavayê Kurdistanê Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan, şehîdên komkujiya Enqereyê û lîderê YNK'ê Celal Talabanî hatin bîranîn. -
'Berdana Sayan wê cesaretê bide MÎT'ê'
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, nerazîbûneke tund nîşanî berdana ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan da, ku li dijî siyasetmedarên Kurd plana sûîqestê dikir. Jelpke ji ANF'ê re axivî û got, biryara dadgeha Hambûrgê wê cesaretê bide MÎT'ê. -
Encamnameya Şêwira Ewropayê hate eşkerekirin
Di Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê de, ku ji aliyê KNK'ê ve hate organîzekirin û 2 rojan dewam kir, ji bo yekîtiya neteweyî gelek biryar hatin girtin. -
Rojeva Rojê
14'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Tepe: Wê jin yekîtiyê pêk bîne
Siyasetmedar Gunul Tepe ya di kongreya KNK’ê de li ser navê KJK’ê axivî, diyar kir ku jinên Kurd ji eniyên şer bigire heta gelek qadên dîplomasiyê têkoşînê dike û got: “Yekîtiya Netewî jî em ê jinên Kurd pêk bînin.” -
Otobusa Azadiyê li Baselê bi govendê hate pêşwazîkirin
Otobusa azadiya Ocalan li Baselê bi govendê hate pêşwazîkirin, bi yek dengî dirûşmên ji ‘Ocalan re azadî’ hata qîrkirin. -
Li fûara pirtûkan a Frankfûrtê Îran hate protestokirin
Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ya 69’emîn di roja 4’emîn de didome. Li fûarê Îran hate protestokirin. -
Otobusa Azadiyê li Swîsreyê ye: Em ê bi ser bikevin!
Otobusa Azadiyê ya ku bi slogana “Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî” li bajarên Ewrûpayê digere hat Zurîhê. -
Li Kongreya KNK’ê peyama ‘Yekîtiya Neteweyî’
Kongreya 17’emîn a Asayî ya KNK’ê bi beşdariya bi sedan delegeyan li Hollandayê dest pê kir. -
Dayikên Şemiyê ji bo Tosûn û Aydemîr li hev civiyan
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe a vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr pirsîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser xwediyê dewleta kûr AKP’ê û wiha hat gotin; “Heta ku kujer hesab nedin, em dev jê bernadin.” -
Komxebat didome: Divê li Ewropayê em bi nasnameya xwe werin nasîn
Komxebata Kurd li Hollande didome. Komxebatê bal kişande ser 2 milyon nifûsa Kurdan a li Ewropayê û got, ‘’Li Ewropayê ji bo ku em bi Kurdbûna xwe werin qebûlkirin divê Kurdên çar parçeyên werin cem hev û rêxistinî bibin.’’ -
Artêşa Tirk ji bo Îdlibê çeteyan li ser sînor dide rawestandin
Gundê Ogulpinarê yê bi ser navçeya Reyhanliyê ve, ji hêla artêşa Tirk ve bûye biryargeh. Artêşa Tirk a ku ji bo operasyona Îdlibê vê dike hem li ser sînor û hem jî li ser rêya Antakya-Reyhanlî gelek cihên kontrolê danî. -
Di şerê Xûrmatû de 3 jê pêşmerge 4 kes birîndar bûn
Di êrîşa hêzên Heşdî Şabî yên bi ser Xûrmatû de 3 pêşmerge û sivîlek birîndar bû. Rêxistina taxê ya YNK’ê ya li Hey Ekserî û rêya Taze-Dakukê kete destê Heşdî Şabî.