ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamenta Iraqê parlamenteriya wekîlên Kurd rawestand
Parlamenta Iraqê, îro bi civîneke taybet parlamenteriya wekîlên Kurd ên li Iraqê rawestand. -
Ozsoy: Zexta li ser referandûman ne çareserî ye
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikumetan ên li dijî referandûmê da û bal kişand ser vî tiştî ku hikumetên navendî krîzên navxweyî dikin tiştekî navneteweyî. -
3 parêzer li Mersînê hatin binçavkirin
Li Mersînê, Sekreterê ÎHD'ê yê Mersînê Ozgur Çaglar jî di navê de 3 parêzer hatin binçavkirin. Tê gotin, der barê gelek parêzeran de biryara binçavkirinê hatiye dayin. -
Dadgeriya Tirk dixwaze 24 sal ceza bide Serkan û Ozkan
Der barê Serkan û Ozkan Erdogan de, ku 2 meh in li Mersînê girtî ne, bi hinceta kovar û pirtûkan doz hate vekirin. Dozgeriya Tirk di gilînameya xwe de xwest li her yekî ji wan 12 sal cezayê girtîgehê bê birîn. -
Baysal: Roj li Tirkiyeyê tarî dibe
Rojnamevan-nivîskar Nûrcan Baysal, li konferanseke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û got, Tirkiye ber bi tarîtiyê ve tê dehfdan. -
Referandûm û rastiyên ku pê re derketine holê
Di nava hefteyekê de, encamên ku referandûm rê li ber veke hêdî hêdî zelal dibe. Encamên ku derketin holê nîşan didin, ku rojên giran li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne û yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ferz e. -
Polîsê ku ji wekîlê HDP'yî re gotibû 'dewlet ez im', bû qeyûm
Midûrê Emniyeta li Erdîşê Mûrat Hoş, ji bo alîkariya qeyûmê Şaredariya Erdîşê-Qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar hate tayînkirin. Hoş bi têra xwe sûc li dijî gel kiriye. -
Kurdistanî wê ji bo Ocalan li gelek bajarên Elmanyayê bimeşin
NAV-DEM, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelek bajarên Elmanyayê roja Şemiyê meşên girseyî organîze bike. -
Rojeva Rojê
2'yê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Parêzerên Demîrtaş: Dadgeh tengijiye!
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser bêhiqûqiyê. -
Siyamend Moînî: Eger li dijî Başûr êrîş çêbibe emê gelê xwe biparêzin
Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî der barê rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de semînerek da. -
Li Viyanayê ji bo Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn
Li meydana Chrîstîan-Broda ya herêma 15'an a paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate danîn. -
Polîsên Swîsreyê çima li dijî çeteyên Tirk nakevin nava tevgerê?
Li Swîsreyê, çeteyên dewleta Tirk êrîşî çalakiyên demokratîk ên Kurdan dikin û bi vî rengî dixwazin provokasyonê derxînin. Polîsên Swîsreyê jî li hemberî van çeteyan nakevin nava liv û tevgerê. -
Rojeva Rojê
1'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
AKP’ê şaredariya Erdîşê kiriye emniyet
Şaredariya Erdîşê mehek berê polîs bûbû midûrê çapemeniyê. Niha jî Alîkarê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê Mûrat Hoş bû alîkarê qeyyûm. -
Li Darmstadt’ê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Darmnstadt yê Elmanyayê ji bo şehîdên Kurdistanê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. -
HDP’ê li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê dest bi sala nû ya qanûnçêkirinê kir
Koma Meclîsê ya HDP’ê di 1’ê Cotmehê de ya ku sala nû ya qanûnçêkirinê tê destpêkirin, ji dêvila Meclîsê çûn pêşiya Girtîgeha Edîrneyê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tê de girtî ye. -
Aksoy û Dûrak li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
Şehîd Firaz Dag (Mehmet Aksoy) û Mesût Dûrak (Dilgeş Botan) li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn. -
Ebadî û Barzanî wê li Parîsê li hev rûnên
Serokwezîrê Iraqê Ebadî û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, wê bi navbeynkariya Serokkomarê Fransayê Macron, li Parîsê li hev rûnên. -
'Jin wê dest ji destketiyên xwe bernedin'
Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' Gulsum Kav û aktîvîsta 'Koma Pêşîgirtina Lezgînî ya li dijî kuştina Jinê' Ferîde Eralp gotin, li dijî mafên jinan êrîşeke topyekûn heye. -
NAV-YEK: Îro li Şengalê dema xwebûnê ye
"Pêwîste em civaka Êzdiyan a li derveyî welat, bi ruhê berxwedêr, bi ruhê têkoşer û şoreşgerî tevbigerin û li Xweseriya Şengalê xwedî derkevin. Di heman demê de, em li YJŞ û YBŞ ê xwedî derkevin û tevlîbûnê xurt bikin." -
Rojeva Rojê
30'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Parîs û Mannheîmê tecrîd hate protestokirin
Li patext Parîs a Fransa û bajarê Mannheîm a Elmanyayê tecrîda girankirî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin hate protestokirin. -
Li Mêrsînê bi hezaran kes berê xwe didin qada mîtîngê
Bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga HDP’ê ya Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya li Mêrsînê. -
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan ên li Amedê, lêgerîna xwe ya edaletê vê heftê jî dewam kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Mahmût Dogan û Kerevan Îrmez hatin pirskirin.