Li Enqere û Wanê operasyonên qirkirina siyasî

Li Enqereyê endamên HDP, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, KESK, TÛHAD-FED’ê û li Wanê jî siyasetmedarê Kurd Yavûz Yildiz hate binçavkirin.

Rejîma AKP’ê operasyonên qirkirina siyasî didomîne.

ENQERE

Li Enqereyê polîsan avêt ser gelek malan. Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Ahmet Kaya, Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a şaxa Mamakê Hasan Altûn, Endamên KESK’ê Ciwan Yildirim û Rona Temellî, nûnera TÛHAD-FED’ê ya ku hatibû girtin Hava Ozcan, Nîhat Îldan û Mizgîn Ermîş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî Atiye Eren û rojnamevan Bariş Poyraz jî têkildarî wan biryara binçavkirinê heye. Tê diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.

WAN

Siyasetmedarê Yavûz Yildiz li benda kontrolê ya di têketina Wanê de hate binçavkirin. Yildiz birin qereqola jendirmeyan.