HDK’ê kongreyên xwe yên li Berlîn û Stûttgartê li dar xist

Kongreya Gelan a Demokratîk li Berlîn û Stûttgartê kongreyên xwe li dar xist.

Di kongreyan de bal hat kişandin ser tecrîd û têkoşîna hevpar.

BERLÎN

HDK’ê Civata xwe ya Giştî ya Asayî ya Berlîn Brandenbûrgê li dar xist.

Nûnerên NAV-DEM, SYKO, AWEGKOM, ATÎK, KKP, Federasyona Êzidiyan, CÎK, SKB û PYD’ê jî di nav de nêzî 80 kes beşdarî kongreyê bûn.

Di axaftinên kongreyê de komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di civata giştî de Sekreterê Giştî yê YNK'ê ku jiyana xwe ji dest daye, Celal Talabanî jî hate bibîranîn.

Piştî xwendina raporan û nîqaşên li ser rêziknameyê, Nîlgun Yelpaze û Rêzan Aksoy bûn hevberdevkên serdema nû.

STÛTTGART

Meclîsa Stûttgart HDK-A’yê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn li dar xist.

Di kongreyê de hevberdevkê HDK Elmanyayê Alî Mîtîl axivî û têkildarî armancên HDK û avadaniya wê ya rêxistinî axivî.

Desteya Rêveber a HDK Stûttgart di civîna xwe ya pêşîn de piştî hilbijartina hevberdevkan wê dest bi xebatên xwe bike.