MŞD: Azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidî ye
MŞD'ê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye" û bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.
MŞD'ê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye" û bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi wesîleya 19. salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li civaka Êzidî ya li Şengalê rabû, dewama komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an e, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
MŞD'ê ragihand, ku hêzên faşîst û desthilatdar, bi qirkirina civaka Êzidî re xwestine derbê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixin û wiha dewam kir:
"Civaka Êzidî her çiqas hatibe qirkirin û birîngên kûr lê vebû be jî, îro daxwazên Rêber Apo bi cih tîne. Bi saya felsefeya Rêber Apo, civak Êzidî bû xwedî vîn. Îro bi hezaran endamên YBŞ û YJŞ'ê hene. Li ser daxwaza Rêber Apo bi hezaran Derwêşê Evdî afirîne."
Rêveberiya MŞD'ê di daxuyaniya xwe de her wiha bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî kir ku bi erka xwe rabe.
MŞD'ê destnîşan kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê bikevin nava hewldanan û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya mirovahiyê û tevahiya Rojhilata Navîn e."
MŞD'ê bang li civaka Êzidî kir ku ji bo azadiya Ocalan bi hemû derfetên xwe têbikoşe.