ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Paradîgmaya Ocalan rizgariya çewisandiyan e’
Meşa 200 enternasyonalîstî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên li ser Efrînê ji Luxembûrgê ber bi Cinêvê ve dest pê kirî kete roja 3’an. Ên ku tevlî meşê bûn gotin paradîgmaya Ocalan ji bo çewisandiyan rizgarî ye. -
Kurdên li Ewropa li ser piyan in: Ji bo Efrînê em ê li berxwe bidin
Kurdistaniyên li Ewropa ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di 20’ê Çileyê de li dijî Efrînê dayî destpêkirin, daketîn qadan û diyar kirin ku wê ji bo Efrînê li ber xwe bidin. -
HDP'ê û pêkhateyên wê: Têkoşîna hevpar wê mezin bibe û bi pêş bikeve
3. Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan nêz dibe. HDP'ê bi hemû pêkhateyên xwe re dide pêş ku wê têkoşîn hevpar bibe û ber bi platformên mezintir ve biçe. -
Destûr dan ku nûçegihana Kurd Emeç biçe Swîsreyê
Destûr dan ku nûçegihana Kurd Hulya Emeç ku ji 20’ê Çile ve li Balefirgeha Zûrîh tê girtin derbasî Swîsreyê bibe. -
ROJEVA 10'Ê SIBAT 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2018'an. -
Li Atînayê ferzkirina cilên yek rengî hate protestokirin
Pêkanîna ferzkirina cilên yek rengî ya li girtîgehan li Atînayê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Parka Syntagmayê kom bûn gotin: “Ne cilên yek rengî ye, êşkence ye.” -
Rojeva Rojê
9'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
KPC-D: Di êrîşên li ser Efrînê de 19 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane
KPC-D anî ziman ku ji ber êrîşên dewelat Tirk a li ser Efrînê 19 xwendekaran hatine qetilkirin, 27 xwendekar jî birîndar bûne. Dîsa 318 navendên perwerdehiyê hatine rawestandin û 50 hezar xwendekar jî perwerdeyê bûne. -
Demîrtaş ji bo kongreya HDP’ê peyam şand
Hevserokê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş peyamek ji bo 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê şand û wiha got; “Ez ê jî bi awayekî aktîv di nava HDP’ê de xebatên xwe bidomînim.” -
‘Tîlerson bi dawîkirina êrîşên li ser Efrînê re, wê muzakere pêk were'
Wezîrê Karê DYA’yê, diyar kir ku wê di serdana xwe ya ji bo Tiriyeyê ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkirina li ser Efrînê bixin rojeva xwe. -
Gel ji bo Ocalan û Efrînê li qadan in: Erdogan wê têk biçe!
Çalakiyên protestoyê yên li Ewropa ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê û tecrîda Îmraliyê hatibûn destpêkirin, didomin. -
HDP’yiyên amadekariyên kongreyê dikirin hatin binçavkirin
Ji beriya kongreya HDP’ê ya ku wê 11’ê Sibatê bê lidarxistin, 6 kesên ku li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê xebat didan meşandin hatin binçav kirin. -
Ji STK’yiyên Asya Başur têkîldarî Efrînê ji bo NY’yê name
Bi sedan Rêxistinên Civaka Sivîl (STK) yên Hindistan, Afganîstan, Pakîstan û Bangladeş, bang li sekreterê giştî yê NY’ê kir ku êrîşên dagirker yên li ser Efrînê bide sekinandin. -
KCKD-E ji bo çalaliyên 9-10 Sibatê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E: Ji bo çalakiyê 9’ê Sibatê ku destpê bike û 10’ê Sibatê li seranserî Ewropayê bigihêje lûtkeyê em di serî de bang li gelê Kurd, dostên wan û bi milyonan mirovên ku dibêjin em insan in dikin ku tevlî çalakiyan bibin. -
Fîlozofê Fransî: Erdogan kujer e
Fîlozofê Fransî Bernard-Henrî Leyv (BHL) di gotara xwe ya di rojnameya Amerîkan Wall Street Journal de ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, ‘Kujer’. -
‘HDP tevî terora AKP’ê bi hêvî û wêrekî kongreya xwe lidar dixe’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got ku tevî hemû zextan bi hêvî, wêrekî û bi biryardarî diçin kongreyê. Behçet Yildirim ê HDP’yî jî diyar kir ku bersiva êrîşan tevlîbûnekî bihêz a ji bo kongreyê ye. -
Parlamenterê Ewropî Adaktûsson: Divê em pêşiya Tirkiyê bigrin
Endamê Partiya Demokrat a Xiristiyan ya Siwîsreyê û Parlamenterê Ewropî Lars Adaktûsson: Divê cîhan nerazîbûnan nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bide. -
HDK û HDP: Em hene û em ê hebin!
HDK û HDP’ê bal kişandin serê ku ew ê ji ber qirkirinên siyasî paşde gav neavêjin û peyama “Em ê bersiva xwe di kongreyê de bidin” dan. -
Amadekariyên kongreya HDP’ê bi dawî bûn
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ragihand ku hemû amadekariyên ji bo kongreya 11'ê Sibatê ku wê li Enqereyê were lidarxistin, bi dawî bûne. Tê payîn ku nêzî 10 hezar kes beşdarî kongreyê bibin. -
Tevgera Ekolojiyê bang kir: Em vî şerî bisekinînin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bandoreke giran li hawirdor û ekosîstemê jî dikin. -
Les Echos: Tirkiye bi êgir dilîze!
Rojnameya aboriyê ya Fransayê Les Echos, analîzek li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê weşand. Rojnameyê destnîşan kir ku Tirkiye bi êgir dilîze. -
Nesrîn Ebdullah: Dewleta Tirk li Efrînê qirkirin daye ber xwe
Fermandar û Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah got dewleta Tirk li Efrînê qirkrin daye berxe. Parlamenterê Swêdê Walter Mûtt jî got, ‘’Ji bo ku em terora dewleta Tirk rawestînin divê em xwedî helwesteke xurt bin’’ -
Fransa: Kî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê sist dike divê bê qewirandin
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly di mijara êrîşên Tirkiyeyê yên dijî Efrînê de got, kî li ber têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê asteng be divê li derve were hiştin, divê bê qewirandin. -
Sirri Sureya Onder: Em ê serî netewînin
Wekîlê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji operasyonên qirkirinên siyasî re nerazîbûn nîşan da got: “Em dixwazin ku operasyonên li hember HDK’ê bi dawî bibin. Divê heta niha fêm kiribin ku em ê bi van êrîşan serî netewînin.” -
'Divê civaka navneteweyî êrîşên li ser Efrînê bide rawestandin'
Parlamentera Partiya Keskan a Swêdê ya Parlamenta Ewropayê Bodîl Cebellos got şermeke mezin ku cîhan derve li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê bêdeng e.