Kurdên li Ewropa li ser piyan in: Ji bo Efrînê em ê li berxwe bidin

Kurdistaniyên li Ewropa ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di  20’ê Çileyê de li dijî Efrînê dayî destpêkirin, daketîn qadan û diyar kirin ku wê ji bo Efrînê li ber xwe bidin.

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn li dijî hewldana dagirkeriyê ji bo piştgirîdayîna Efrînê ku ev 21 roje li ber xwe dide û bi armanca nerazîbûn nîşanî komkujiyên dewleta Tirk bidin her roj çalakiyan li dar dixin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya kon a  bi armanca balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk û ev 5 roj bûn berdewam dikir, bi mîtîngekê bi dawî bû.

 

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Erdogan kujerê jin û zarokan e’ , ‘Hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin’ hate berz kirin.

Di çalakiyê de bi wêne û dovîzan bal hate kişandin li ser komkujiyan û ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST DAN ve axaftin hate kirin û wiha tê gotin; “Kurdistanî û dostên wan gelekî hewldan didin lê li beramberî dijmin ev têrê nake. Divê em çalakiyên xwe zêdetir bikin û çalakiyên bi bandor bikin.”

Di daxuyaniya DEST-DAN de banga tevlîbûna meşa îro seat 15:00’an li ber Parlamentoya Elmanyê hate kirin.

Li Postdamê jî ji bo Efrînê çalakiya 2 rojana hate lidarxistin. Di çalakiya ku Kurdistanî û Elman jî beşdar bûyîn de  belavok hatin belavkirin û sînevîzyon hate nîşandan.

HAMBÛRG

Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên piştgiriya Efrînê hatin lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarê Hambûrgê li ber avahiya Elbphîlarharmonîe êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyekê şermezar kirin. Di çalakiyê de endama Meclîsa Jinan a Rojbîn Anja Flach axivî û bal kişande lser êrîşên hewayî ku careke dî dest pê kirin. Anca Flach got ku şandina çekan a ji aliyê Elmanyayê ve nayê qebûlkirin û ji bo zextê li ser  Hikûmeta Elman bê kirin banga tevlîbûna çalakiyan li hemû kesê kir.

WESEL

Li ser banaga Mala Ezidiyan Wesel û NCDK Dûîsbûrg li bajarê Wesel ê Elmanyayê êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyekê hate protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan seat 17:30’an de li Berlînertorê li hev civiyan û piştî mîtînga li Berlînertor heta Wesel Domê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Kujer Erdogan’ , ‘Bijî Serok Apo’  û ‘Bi can bi xwîn em bi tere ne Efrîn’ hate berzkirin û bang li NY’yê û raya giştî hate kirin ku êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin.

GOCH

Li bajarê Goch ji bo protesokrina hewldanên dagirkeriyên yên dewleta Tirk ku li dijî Efrînê dayî destpêkirin, Kurdistaniyan li ser banga Meclîsa Gel Bocholt û NCDK Emmerîch seat 17:00’an de Goch Markplatzê mîtîngek lidarxist. Di Mîtîngê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Efrîn ne bi tenê ye’ , ‘Tirkiye ji Rojava derkeve’ û ‘Erdogan û DAIŞ yek e’ hate berzkirin. Siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn axivî û wiha got; “Dewleta T.C a faşîst bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê re bi dehan sivîl, zarok û jinan qetil dike. Gelê Efrînê jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Kobanê çawe ji bo mirovahiyê li ber xwe da, Efrîn jî ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe die.” Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa îro seat 13:00’an li Dûîsbûrg HBG were lidarxstin, hate kirin.

DARMSTADT

Kurdistaniyên li herêma Dîebûrger a Darmnstadt’ê dijîn berxwedana serdemê silav kirin. Kurdistanî seat 16:00’an de li qada Dîebûrger Rathaûs li hev kombûn û heta qada Graz Zîmmerner meşiyan. Di meşê de Kurdistaniyên bênavber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin û bênavber dirûşmeyên ‘kujer Erdogan’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî YPG/YPJ’ berz kirin. Li aliyê din di meşê de gelek belavok hatin belavkirin.

FREÎBÛRG

Çalakiya nobetê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrg û Meclîsa Jinan a Nûda ku ji bo protestokirina dagirkeriya Efrînê beriya 3 hefteyan hatibû destêkirin, îro jî li qada Alte Syangoge bi mîtîngekê dom kir. Sedan kes beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Sero Apo’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin berzkirin. Têkildarî rewşa Efrînê jî bi sedan belavok hatin belavkirin.

GÎESSEN

Îro ji aliyê Paritya Komûnist a Elman (Deutsche Kommunistische Partei) li bajarê Gîessen mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî, Federasyoan Suryaniyan û parityên çepgir ên Elmanyayê piştgirî dan mîtîngê.

STÛTTGART

Çalakiya nobetê ya bi kon ku 20’ê Çileyê dibin pêşengtiya Platforma Edî Bese ya Stûttgartê ve hatibû destpêkirin, îro bi beşdariya hunermendên Kurd dom kir. Hunermend Garip Nûrhat û Onûr Olgûn stranên li ser berxwedana Efrînê gotin.  Çalakî bi  banga tevlîbûna meşa îro ya seat 15:00’an de li Laûtenschlagerstrasse were lidarxistin, bi dawî bû.

STADTHAGEN

Li bajarê Elmanya Stadthagen seat 16:00’an de Kurdistanî û dostên wan dibin pêşengtiya ciwanan de li hev civiyan û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi mîtîng û meşekê protestokirin. Di meşê de alên YPG/YPJ’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hate qîrkirin. Komekî faşîst xwest ku çalakiyê provake bikin.

Di çalakiyê de Parlamenterê Dîe Lînke Dr. Dîether Dehm axivî û wiha got; “Temenê kesên gefan li me dixwe kême, em ne tenê kesekin. Di demokrasiyê de wekhevî, yekîti, rêzdarî û azadî heye. Van nirxan îro em di PKK’ê de dibînin û divê êdî PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

MANNHEÎM

Li Mannheîmê Platforma Êdî Bese bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê protesto kir. Di şexsê şehîd Avesta Xabûr de ji bo bîranîna hemû şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Panzerên Elman bila ji Kurdistanê derbikevin’ hate qîrkirin.

Di çalakiyê de peyamên Dîe Lînke, PYD Mannheîm û sasiyên dostan hate xwendin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LEÎPÎZG

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê ji bo balkişandina li ser êrîşên li ser Efrînê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ’ û ‘Terorîst Erdogan’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna mîtînga îro were lidarxistin hate kirin.

RENNES

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Rennes a Fransayê dijîn ji bo balkişandina li ser komkujiyên li Efrînê zarokên xwe ne şandin dibistanê. Kurdistanî bixwe jî neçûn ser kar û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropa dan. Gel seat 15:00’an de li Place du Colombia çalakî lidarxsitin û heya şaredariya Renensê meşiyan. Di çalakiyê de belavokên bi zimanî Fransî ku qala komkujiyên li Efrînê dike hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên ‘kujer Erdoga’ , ‘Ji bo Efrînê azadî’ û ‘Bila zarok ne mirin’ bi dawî bû.

LOZAN

Kurdistaniyên li bajarê Lozan ê Swîsreyê dijin bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê şermezar kirin. Bi sedan kes li qada Rîponne li hev civiyan û heta qada Flan meşiyan. Di meşê de pankart û dovîzên li ser nivîsa ‘Komkujiyên sivîlan bidin sekinandin’ , ‘Dawî li dagirkeriyê bînin’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’  û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ hatin rakirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hate qîrkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û di axaftinên di mîtîngê de hatî kirin wiha hate gotin; “Gelê Kurd îro ji aliyê dewleta Tirk ku bi piştgiriya Ewropa yê li ser piyan maye tê bombebaran kirin. Divê Swîsre û welatên din yên Ewropa dawî li peymanên xwe yên bi Tirkiyeyê re bînin û nebin hevparê komkujiyên Kurdan.”

BERN

Kurdistanî û dostên wan yên li Bernê dijîn li Bahnhof Plazê li hev civiyan û bi çalakiyekê hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de binavkirin û girtinên endamên HDK û HDP’ê jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya seat 14:00’an a li ber Parlamtoya Federal-Bern a bi armanca silavdayina berxwedana Efrînê hate kirin.

 BASEL

Kurdistaniyên li bajarê Basel dijîn bi rojane li qadan in û bi çalakiya meşa meşaleyî berxwedana Efrînê silav kirin. Bi sedan kurdistanî û dostên wan dibin pêşengitiya Ciwanên Azad û Govenda Tev Çandê ya Baselê li Claraplatz li hev civiyan û ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Efrînê meşa meşaleyî li dar xistin. Di meşê de belavok hatin belavkirn û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Efrînê re hate berzkirin.

CÎNÊV

Kurdistanî li Cînevê li ber Netewên Yekbûyî li hev civiyan û li vir çalakiya bi kon lidarxistin. Çalakgeran bal kişadin ser dagirkeriya li Efrînê û daxwaza ketina tevgerê ya NY li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin.

Çalakgeran di navbera seat 11:00-16:00’an de li derdora çalakiya bi kon belavokên qala sûçên dij mirovahiyê yên Serokkomarê Tirk Erdogan li Efrînê kirin, belav kirin. Çalageran diyarkirin ku bêdentiya NY li dijî qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin.

ZURÎH

Li Zurîh bê navber her roj çalakî tê lidarxistin. Navnîşana çalakiya Kurdistaniyan vê carê Altstatten Bahnof bû. Li vir bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyan êrîş3en dewleta Tirk ên li ser EfrÎnê hate protesto kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku dewleta Tirk li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne û banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî hate kirin.

OSLO

Li paytexta Norweç Osloyê jî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê meşek hate lidarxistin. Çalakiya protestoyê ji aliyê rêxsitan ciwanên Kurd ÛngKurd ve hate organîzekirin.

Meşa meşaleyî bi beşdarbûna hezaran kesî li ber îstasyona trenê ya Oslo destpêkir  û li ber avahiya parlamentoyê bi dawî bû.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de hate gotin ku êrîşa li ser Efrînê ne tenê li ser YPG yan jî YPJ’ê ye li dijî hemû Kurdan e û hate diyakirn ku divê gelê Kurd li dijî êrîşan berxwedanekî topyekun nîşan bide.

Tevî ‘Komîteya Dîplomasiyê ya Hevpar’ ku ji 15 partiyên cûda yên Kurd pêk t3e, gelek partî û saziyên civaka sivîl yên Norweçê jî beşdarî meş û mîtîngêbûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Tirkiye ji Kurdistanê derbikeve’ û ‘her cih Efrîn’ hate berzkirin.

Ne tenê li Oslo li gelek nuqteyên Norweçê li  Fredrikstad, Stavanger, Bergen, Trondheim, Lillehammer, Hamar, Ålesund û gelek bajaran çalakiyên protesoyê hatin lidarxistin.