Parly ji radyoya France Inter re axivî û got, "Tê zanîn ku Tirkiye niha ketiye nava parçeyê bakur ê Sûriyeyê."
Parly wiha dewam kir: "Armanceke Fransayê heye; têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û biserxistina vê têkoşînê. Wê çaxî li ber vê yekê asteng e û vê têkoşînê sist dike, divê bê qewirandin."
Parly anî ziman ku ew bi fikar in şerê li Sûriyeyê mezintir bibe û ji rejîma Şamê jî xwest ku bomberdûmana li nêzî Îdlibê bisekinîne.
Parly got, "Bêguman em dixwazin ev bomberdûman bisekine. Gelek caran hat xwestin. Her wiha em dixwazin korîdoreke însanî bê vekirin, ji ber ku yên dibin hedef mirovên sivîl in."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Yves le Drîan nava hefteyê nerazîbûn nîşanî êrîşên rejîma Tirk ên li ser sivîlan dabû. Drîan ji bo pirsên bi israr ên pêşkêşvanê BFM TV gotibû, "Ewlekirina sînorên xwe ji aliyê Tirkiyeyê ve dikare bê fêhmkirin, ev mafekî rewa ye. Lê belê ewlekirina sînor nayê wateya kuştina sivîlan. Ev yek tişteke ku divê bê mehkûmkirin (...) Divê şer li şerê li Sûriyeyê neyê zêdekirin. DAÎŞ hê li Sûriyeyê bi temamî nehatiye têkbirin."