Les Echos: Tirkiye bi êgir dilîze!
Rojnameya aboriyê ya Fransayê Les Echos, analîzek li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê weşand. Rojnameyê destnîşan kir ku Tirkiye bi êgir dilîze.
Rojnameya aboriyê ya Fransayê Les Echos, analîzek li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê weşand. Rojnameyê destnîşan kir ku Tirkiye bi êgir dilîze.
Analîz bi navê Yves Boûrdîllon hat weşandin û hat gotin, "Operasyona leşkerî ya ku Erdogan li dijî Kurdên li Sûriyeyê dest pê kiriye, xetere dixuye. Lê belê dema ji Enqereyê ve lê bê temaşekirin, nebe nabe."
Boûrdîllon bi gotina "Çiraveke din" dagirkeriya Tirk nirxand û işaret bi gefên ku hikumeta Tirk di mijara Minbicê de li DYA dixwe. Boûrdîllon diyar kir ku Pentagon tawîzan nade û destnîşan kir ku Kurdan di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi rengekî herî bi bandor şer kirin.
Ji bo gefa Erdogan a ketina Minbicê jî Boûrdîllon got, "Ev yek ji bo cîhana Rojava kabûs e, ji bo Kremlînê jî cihê kêfxweşiyê ye."
Boûrdîllon got, endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê ketiye rewşeke xetere û wiha dewam kir: "Senaryoyên li ser derketin Tirkiyeyê ji NATO'yê beriya salekê xeyal bû, lê êdî bala saziyê û beşek ji civaka Tirkiyeyê dikişîne."
Boûrdîllon ragihand, rewşa li herêmê hê jî nediyar e û got, "Tevî serweriya teorîk a Tirkiyeyê (ji aliyê hejmarî ve duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê) û desteka çekdarên Sûriyeyî yên OSO jî, garantî nîne ku bêyî windahiyên giran bide ku YPG'ê têk bibe."