Tevgera Ekolojiyê bang kir: Em vî şerî bisekinînin

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bandoreke giran li hawirdor û ekosîstemê jî dikin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li hember êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li tevgerên hawirdorparêz û ekolojiyê hate kirin. Daxuyanî wiha ye:

"Şerê li Efrînê tê kirin bandora neyênî li hemû beşên civakê dike û li herêmê rê li ber guhertinên mezin ên demografîk vedike. Her roj hejmara sivîlên tên kuştin zêde dibe. Bi deh hezaran mirov wê bi darê zorê ji cih û warê xwe bibin.

Tê zanîn ku şer di asta herî bilind de li ser hawirdor û tenduristiyê xeterî ye. Ev êrîş wê li herêmê ahengiya xwezayî xera bikin û ev texrîbat wê hew karibin bêne başkirin. Agahî tên ku bi deh hezaran darên zeytûnan têne şewitandin. Em dizanin ku hefteya derbasbûyî Bendava Meydankî ya ku ava vexwerinê jê diçe Efrînê, hate bombekirin. Di encama vê de ava vexwarinê hew diçe Efrînê. Xirakirina bendavê xisarên manewî û madî li mirovên derdorê dijîn kiriye. Ji bo kesên ev şer dane destpêkirin û gur kirin jiyana mirovan, hawîrdor û pergala ekolojiyê bê nirx in. 

'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN, PÊŞÎ LI ŞER BIGIRIN'

Banga me ji bo mirovên alîgirê demokrasî û azadiyê ye, tevgerên hawİrdor û ekolojiyê yên li Tirkiyê û Cihanê ye.

Em vî şerî bidin sekinandin. 

Ji bo ku em vî şerî bidin sekinandin em dengê xwe bilind bikin. Ji bo cîhan û mirovahiyê, ji bo ku dikaribin bêjin ku cîhaneke din pêkan e, em xwedî li Efrînê derbikevin."