Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di der barê wê de biryara binçavkirinê heye, têkildarî operasyonên ji sibê ve dest pê kirin daxuyaniya nivîskî da. Daxuyaniya bi sernavê “Biryara binçavkirinan siyasî ye. Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe” ya Kemalbay wiha ye; “Astengiyên desthilatdariyê ya li pêşiya kongreya me ya giştî didomin. Her roj li her devera welat rêveber û endamên partiya me tên binçavkirin.
Di operasyona dij hiqûq a îro berdestî sibê pêk hat hevberdevkên HDK’ê û pêkhateyên partiya me binçav kirin. Ev binçavkirinên dij hiqûq şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hevalên me hatin e binçavkirin demil dest berdin.
Armanca van operasyonên kêfî û bêhiqûqî ew e kongreya asteng bike û pêk neyê. Raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê kêlî bi kêlî astengiyên li pêşiya kongreya me dişopîne.
Hemû rêveber, endam, pêkhate û gelê me wê partiya me HDP’ê bêxwedî nehêle. Deshilatdarî dixwaze vê xwedîderketinê ji raya giştî veşêre, bila baş dizanibe dilê bi milyonan gelê me ji bo têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê lê dide.
Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin. Em ê roja yekşemê di 11’ê sibatê de bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe û pêk bînin.”
Parlamenterê Semsûrê yê HDP’yî Behçet Yîldirim jî di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li navçeya Tarsûs a Mersînê serdana esnafan kir û bi gel re civiya. Yildirim daxuyaniyek da û wiha got; “Baweriya xwe bi medyaya desthilatdariyê ne înin. Li Efrînê bi sedan zarok û sivîlan dikûjin. Ji ber vê jî êrîşî hemû kesên azadîxwaz dikin. Li dijî hemû zext û êrîşan bersiva herî xurt tevlîbûnekî bihêz a kongreyê ye.”