Fîlozofê Fransî: Erdogan kujer e

Fîlozofê Fransî Bernard-Henrî Leyv (BHL) di gotara xwe ya di rojnameya Amerîkan Wall Street Journal de ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, ‘Kujer’.

Levy banga sepandinan li ser Tirkiye li welatên rojava kir û got ku artêşa Tirk li Efrînê ‘Paqijiya kêmnetewan’ dike.

Levy got ku carek din êrîşî gelê Kurd dikin û Kurd ji aliyê welatên rojava ve bi tenê hatiye hiştin û ji bo Erdogan wiha got; “Welatê xwe ji bo welatên Rojhilat kiriye alava şantajê. Lê civaka navnetewî li dijî Erdogan rolê 3 meymûnan dilîze.”

Levy wiha domand; “Ev leyîstoka xeternak gelek dirêj kir. Eger welatên rojava aqilê xwe bi ser hev ve kom neke, wê sala 2018’an Tirkiye li ser Kurdan bê alçaqtiyê bidomîne.”

Fîlozofê Fransî daxwaz kir ku YE mûzakeryên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re bi temamî qut bike û daxwaz ji NATO’yê jî kir ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re li ber çavan re derbas bike. Levy di gotara xwe de wiha dibêje; “Rêzdar Erdogan ji bo rojava ti hilbijartinekî din na hêle. Eger li ser vî bingehî lihevkirin çênebe, wê demê wê li ser Kurdan komkujî, hovitî bê kirin û em jî wê bi vê bêrûmetiyê bijîn.”