HDP'ê û pêkhateyên wê: Têkoşîna hevpar wê mezin bibe û bi pêş bikeve

3. Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan nêz dibe. HDP'ê bi hemû pêkhateyên xwe re dide pêş ku wê têkoşîn hevpar bibe û ber bi platformên mezintir ve biçe.

HDP'ê ji bo 3. Kongreya Giştî ya Awarte ku wê di 11'ê Sibatê de pêk bîne, li gelek deverên Tirkiyê dest bi xebatê kir. HDP ku ji 7'ê Hezîranê ve rastî zextan tê, wê di kongreya nû de kadroyên xwe nû bike. Taybet balê dikşîne ser ku xeta têkoşînê ya piştî kongreyê wê bi pengavan pêk were.

Di vê pêvajoyê de li metrepola herî mezin a Tirkiyê li Stenbolê ji go 3. Kongreya Giştî ya Awarte dest bi xebatê kiriye. Hevserokên HDP'ê yên bajarê Stenbolê Esengul Demir û Cengîz Çîçek behsa xeta têkoşînê ya nû kirin; ji pêkhateyên HDP'ê ji SYKP Mehmet Kesmez û ji Partiya Keskan û Paşeroja Çep Cengîz Şanli jî 3. Kongreya Giştî ya Awarte ya HDP'ê ji ANF'ê re nirxandin.

NIHA DEM DEMA PENGAVÊ YE

Hevseroka HDP'ê ya bajarê Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku di pêvajoya kongreyê de nîqaşên herêmî baş derbas bûn. Herwiha anî ziman ku HDP'ê ev du salên dawî weke pêvajoya li ser piya mayînê û berxwedanê derbas kir: “Ji niha û pê ve wê pengaveke nû dest pê bike. Di vê demê de me hertim li ser ferzkirinên pergalê xeta têkoşînê meşand û ji ber vê me rojeva xwe bixwe ava nekir. Ji vê derê û şûn ve me day ber xw ku rojeva xwe diyar bikin û raya giştî ya Tirkiyê jî divê di rewşeke ku karibe bide pêş xwe be. Giranî derbarê vê xalê de ji herêman rexne hatin.”

Demir bal kişand ser ku wê HDP vêca ne tenê li dijî zextên li hemberî xwe gavan bavêje, wê polîtîkayên xwe yên derbarê şideta li ser jinê, mijarên hawîrdorê û pêxirtengiya aborî ya her diçe mezin dibe bide pêş, bi raya giştî re parve bike û gelan li gorî vê perspektîfê birêxistin bike.

HIM XEBATÊN KONGREYÊ HIM ÊN TÊKOŞÎNA BI CILÊN YEK TÎP

Hevseroka HDP'ê ya bajarê Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku li Stenbolê ew ji bo 3. Kongreya Giştî ya Awarte ya HDP'ê bi awayekî xurt dixebitin û wiha dewam kir: "Li beramberî ku hê 20 roj ji kongreyê re mane jî, me dest bi xebatên xwe kir. Piştî konferansê me civînek bi hemû rêveberên xwe yên navçe û bajaran re civînek pêk anî û me dest bi xebatan kir. Ji niha ve HDP li navçeyan standan vedike, daxuyaniyan belav dike û tax bi tax, mal bi mal digere. Ji aliyekî ve ev xebat didomin, ji aliyê din ve jî li hember ferzkirina cilên yek tîp a li zindanan birêxistinkirina têkoşînê berdewam dike. Him ji bo tevlîbûna kongreyê him jî li hember kirinên antî-demokratîk ên di pêvajoya OHAL'ê de em hewl didin xebatan bimeşînin. Ji bo tevlîbûna ji Stenbolê me 10 hezar kes diyar kir. Derbarê vê de me dest bi xebatên teknîkî kirin. Ev motîvasyon gihiştiye heta bingehê."

JI BO TÊKOŞÎNA BI REWŞA AWARTE RE XETEKE HÊ ZÊDETIR BERFIREH

Bi hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek re me nîqaş kir bê wê HDP di qada herêmî de û li metrepoleke mezin a mîna Stembolê li hember konsepta şer a AKP'ê ya OHAL û ferzkirina cilên yek tîp di têkoşînê de xeteke çawa bişopîne. Cengîz Çîçek di axaftina xwe de dibêje "têkoşîna li hember Rewşa Awarte ne mijareke ku bi nîqaşên di nav HDP'ê de were çareserkirin e" û bal  dikşîne ser ku Rewşa Awarte pirsgirêka bingehîn a herkesî ye ku li vî welatî dijî. Çîçek derbarê mijarê de axaftina xwe wiha didomîne: "Dema mirov wiha dinere, ev pirsgirêk ne tenê ya hin derdor û partiyên diyar e. Em weke rêxistina bajarê Stembolê tevî hin nîqaş û çalakiyên derbarê vê mijarê bûn. Lê belê di vê mijarê de nakokiyek heye, ew jî sekna parçebûyî. Sekna em dideynin holê halo ye: herkes ji rewşa heyî nexweş e. Tespîteke girîng a derdikeve pêş jî heye. Dibe ku hilbijartina li pêş me hilbijatina dawî be. AKP jî vê hilbijartinê wilo dinirxîne, ya wê wenda bike ya jî wê serbikeve. Têkoşîna li hember Rewşa Awarte jî hewceye bi vî ruhê fînalê pêk were."

TÊKOŞÎNEKE DAÎMÎ DIKARE ÇAWA BÊ AFIRANDIN

Ji pirsa "xeta têkoşînê ya daîmî çawa dikare were çêkirin?" re Çîçek dibêje "dema em ji vir dinerin yek ji tiştên bipirsgirêk zêhniyet e. Hewceye destpêkê em vê derbas bikin. Çalakî di dem û qadên teng de hatine hevçiqandin; piştî van çalakiyan erkên me yên şoreşgeriyê û demokratîkê çi ne? Bersiva baş nadin vê pirsê."

Cengîz Çîçek bal kişand ser ku Rewşa Awarte tecrîdeke yekpare ye û ferzkirina cilên yek tîp a di zindanan de dixwazin li tevahiya civakê ferz bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ferzkirina cilên yek tîp ve mesajê dide gel 'sibe dema tu li hemberî min derketî, tu jî rastî vê tecrîdê were'. Dibe ku mijara Efrînê jî hewceye em bi heman awayî binirxînin. Bi şerê li hember Efrînê daye destpêkirin, mesajekê dide hemû gelên li welatê xwe. Ji ber ku AKP êrîş dibe ser hemû nirxên demokratîk ên li derveyî îradeya wê bipêş dikevin."

Di dawiya axaftina xwe de Cengîz Çîçek derbarê kongre û polîtîkayên li derdora wê pêk werin wiha axivî: "Piştî vê armanca me ya bingehîn ev e; çawa ku pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê di zikhev de ne û HDP partiyeke van herdu pirsan di nava xwe de dihewînê ye, divê di hemû qadên pirsgirêkan de bi têkoşîna hevpar nezî pirsgirêkan bibe. Em dibêjin ku pêkhateyên HDP'ê emê di vê pêvajoyê de hê meztir bikin, HDP wê Tirkiya rastî deynê holê û wê bi vîna damezirîner têbikoşe."

TÊKOŞÎNA HEVPAR

Ji pêkhateyên HDP'ê nûnerên Partiya Sosyalîst û Ji nû ve Rizgarî SYKP, Partiya Soasyalîst a Bindestan, Partiya Keskan û Paşeroja Çep jî bawer dikin ku ji bo pêvajoya kongreyê baş derbas bibe, divê têkoşîn were bilindkirin. Li gel hemû zext û kêmasiyan pêkhateyên HDP'ê têkoşîna hevpar dane pêş û derbarê 3. Kongreya Giştî ya Awarte wiha dibêjin:

ASTA 7'Ê HEZÎRANÊ WÊ JI NÛ VE BÊ ZEFTKIRIN

Endamê Şewra Rêveberiya bajêr a Stembolê ya SYKP Mehmet Kesim: HPD rêxistina hevpar a kesên li Tirkiyê têne binpêkirin û derkirin e. Stembol hewceye mîna navenda HDP'ê ya rojava ku li derveyî Kurdistanê ye, were dîtin. Di vê maneyê de rêxistinbûyîna HDP'ê ya li Stembolê gelekî girîng e. Weke SYKP li gorî derfetên xwe em hewl didin ku li her cihê em lê hene di şewrên HDP'ê de cih bigrin, tevlî çalakiyên wê bibin û piştgiriyê bidin xebatên wê yên rêxistinî. HDP tevger û têkoşîneke yekpare ye, ji ber wê enerjiyeke mezin di nava xwe de dihewîne û vê di xebatên xwe de jî dide xuyakirin. Ji ber wê di xebatên xwe yên herêmî de em vê dibînin, taybet jî di pêvajoya kongreyê de. Ez bawer dikim ku HDP wê bi vê enerjiya xwe him li Stembolê him jî li tevahiya welat wê bighêje asta 7'ê Hezîranê û em di vê pêvajoya hewldana wê didin.

HDP ALTERNATÎFA YEKANE YE

Hevberdevkê bajarê Stembolê yê Partiya Keskan û Paşeroja Çep Cengîz: Weke Partiya Keskan û Paşeroja Çep em ê bi saziyeke muzakereyê nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoya kongreya HDP'ê ji HDP'ê re pêşkêş bikin. Partiya Demokratîk a Gelan taybet piştî 7'ê Hezîranê rastî zextên dewletê yên mezin hat û bi vê ve girêdayî nikarîbû xwe tam birêxistin bike. Kadroyên wê hertim hatin ragirtin û girtin û ji ber vê jî ji gelek tiştan ma. Li qada navnetewî nikarîbû dîplomasiyeke zextê li ser Tirkiyê pêk bîne ava bike, mînak derbarê tecrîda li ser Ocalan an jî pêkhatinên li welat. Gelek ji van sedema xwe ji polîtîkayên zextê yên li ser HDP'ê digre. Di pêvajoya ve Kongreyê de jî em ê li ser kêmasiyên xwe bisekinin, weke hêzeke demokratîk a li Tirkiyê û alternatîfa yekan emê hewl bidin pirsgirêkan hê pêştir çareser bikin. Ji aliyê din ve çep-sosyalîst, rêxistinên hawîrdorê û hê gelek derdorên din ên ne pêkhateyên HDP'ê ne, hewceye em tevî vê têkoşînê û bingeha demokratîk bikin.