Parlamenterê Ewropî Adaktûsson: Divê em pêşiya Tirkiyê bigrin
Endamê Partiya Demokrat a Xiristiyan ya Siwîsreyê û Parlamenterê Ewropî Lars Adaktûsson: Divê cîhan nerazîbûnan nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bide.
Endamê Partiya Demokrat a Xiristiyan ya Siwîsreyê û Parlamenterê Ewropî Lars Adaktûsson: Divê cîhan nerazîbûnan nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bide.
Endamê Partiya Demorkat a Xiristiyan ya Siwîsreyê, Parlamenterê Ewropî Lars Adaktûsson got ku divê cîhan nerazîbûnan nîşanî êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê sivîl ên Efrînê bidin.
Adaktûsson li ser bloga xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2016’an ve ji bo pêşî li yekbûna herêmên Kurdan bigre ketiye nava tevgeran.
‘DIBE SEDEMÊ MIRINA KESÊN SIVÎL’
Adaktûsson got ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dide û wiha got; “Dêrên li Efrînê li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li benda alîkariya ji der ve man. Tankên li Efrînê bi piştgiriya dewleta Tirk a ji bo komên cîhadîst didin nîşandan ku çawe terorê didin kirin. Avahiyên dîrokî zirar dibînin û ev jî dibe sedem ku wê rageşiya li herêmê zêdetir bike.”
‘WÊ TÊKILÎ HÊ XIRABTIR BIBIN’
Adaktûsson ragihand ku bi êrîşên Trikiyeyê re wê têkiliyên bi aloz yê Tirkiye bi DYA û Yekîtiya Ewropa re xirabtir bike û wiha domand; “Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku beriya niha demekê Yekîtiya Ewropa ku modern dîtin piştgirî dida, niha ti cudahiya wê ji ‘komên nîjadperest’ ne maye.”
Parlamenterê Ewropî Lars Adaktûsson bibîr xist ku OSO êrîşî hêzên Kurd yên li dijî DAIŞ’ê mafê kêmnetewan diparastin, bi Tirkiyeyê re êrîş dike û wiha got; “Ji bo vê jî pêwîste Ewropa carek din nirxandinan bike. Divê Federîca Mogherînî û welatên Yekîtiya Ewropa li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakurê Sûriyeyê helwestekî diyarker nîşan bidin.”