KPC-D: Di êrîşên li ser Efrînê de 19 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane

KPC-D anî ziman ku ji ber êrîşên dewelat Tirk a li ser Efrînê 19 xwendekaran hatine qetilkirin, 27 xwendekar jî birîndar bûne. Dîsa 318 navendên perwerdehiyê hatine rawestandin û 50 hezar xwendekar jî perwerdeyê bûne.

Rêxistina Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) anî ziman ku ji ber êrîşên dewelat Tirk a li ser Efrînê 19 xwendekaran hatine qetilkirin, 27 xwendekar jî birîndar bûne, hat bibîr xist ji ber êrîşan jî 318 navendên perwerdehiyê hatine rawestandin û 50 hezar xwendekar jî ji mafê xwe yên perwerdehiyê hatine bêparkirin.

Daxuyaniya ku bi tevlîbûna dehan mamostayan ve hate dayîn li pêşiya Dibistana Şehîd Nişet ya li navenda bajarê Efrînê ji aliyê endamên Koordînasyona KPC-D’ê Hemo Şero û Emîra Hemo ve hate dayîn.

Di daxuyaniya êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin de ev tişt hate gotin: “Bi navê Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk em êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ji 20.01.2018‘an de destpê kir şermezar dikin. Wekî tê zanîn ev êrîş sivîl, saziyên bajêr, bi taybet dibistnên kantonê, navçe û gundê wê hedef dike û heta niha jî berdewam dike.

Ev êrîş tirsa dagirkeran ji hêza zarok û xwendekarên pêşerojê ku fêrbûneke dirûst li ser bingehê rastiya çand û ziman û avakirina kesayeteke berxwedêr welatparêz têne perwerdekirin, nîşan dike.

Armancê Erdogan ew e ku projeya Sûriyê Demokratîk asteng bike, li ser vê yekê bi balafir, tank û topbaran êrîşî sivîlan dike. Di encamê êrîşan de zanîngeh û peymangeh jî di nav de 318 dibistan hatin girtin, di encamê de 50 hezar xwenedar bê perwerde mane, her wiha 19 xwendekar şehîd bûne û 27 jî birîndar bûne hê jî li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Êrîşên artêşa Tirk ne tenê sivîl û xwendekaran armanc dike, lê belê dibistan û saziyên perwerdeyê jî rastî topbaran wan hatin. Di encamê de ziyan gihiştin zêdeyî 11 dibistanan.

Tevî van êrîşan jî îrade û îsrara xwendekar, mamoste û gelê Efrînê roj bi roj xurtir dibe ku xeta parastinê û avakirina projeya Neteweya Demokratîk didomînin.

Li hemberî van kiryaran civaka navdewletî, mafê mirovan helwesteke cîdî nedaye da ku mafê zarokan ên perwerdeyê were parastin.

Herî dawî wekî mamosteyên herêmê em soz didin ku dev ji xaka Efrînê bernedin û di her şert û mercan de soz didin ku xaka welatê xwe biparêzin û perwerdekirina xwendekaran berdewam bikin.”