Ji 17 welatên cîhanê û ji 15 neteweyan pêk hatî 200 enternasyonalîst bi dirûşma, ‘’ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû, ji êrîşên ser Efrînê re na’ pêr meşek dane destpêkirin. Meş kete roja sêyan. Meşvanan 40 km li pey xwe hiştin û vê sibehê wê ber bi Meztê ve bi rê bikevin.
Di nav çaalkgeran de ji Amerîkaya Latîn, Skandinavya, Spanya, Portekîz gelek akademîsyen, nûçegihan, siyasetmedar hene. Meş piştî sibe wê beşa Fransa biqedîne, ji Lozanê ya Swîsreyê wêb er bi Cinêvê bidome.
Huho Salînaas Intîraîmî yê Baskî, Clara Zelal a Katalanî, Aûtor Garcîa Verdûra û Estela Mateo yên Spanî sedema tevlêbûna xwe ya li meşê ji ajansa me re gotin. Meşvanan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û gotin, ‘’Ramanên Ocalan ji bo hemû çewisandiyan rizgarî ye.’’
‘TIŞTÊN KU LI EFRÎNÊ DIBIN QIRKIRIN E’
Hugo Salînas Intîraîmî, bi eslê xwe ji Amerîkaya Başûr e lê li welatê Baskê dijî. Ji ber ku piraniyan meşvanan ciwan in, bi rih û pora xwe ya spî balê dikişîne û li ser sedema tevlêbûna xwe wiha dibêje: ‘’Ji bo Kurdan û hevgirtinê û ji bo azadiya Ocalan li vir im. Têkoşîna azadiyê ya ku gel didin pîroz û girîng e. Heke em jî bi van gelan re bin em dikarin herka dîrokê biguherin. Ez Ocalan baş nas dikim, ji ber ku ramanên wî dixwînim. Min ji pirtûkên wî ev derxist; em gel bi hev re têbikoşin û li dijî modernîteya kapîtalîst parastina azadiyê bikin. Paradîgmaya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e. Li gorî vê ji bo gelên Amerîkaya Latîn jî girîng e.’’
Intîraîmî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got ev qirkirin e, rexne li bêdengiya saziyên navnetewî kir.
‘ARMANCA ME HEMÛYAN AZADIÎ YE’
Îsal kome herî xilbe ya meşê ya Katalan e. 26 jin ên Katalan di nav meşê de ne. Yek ji van jî Clara Zelal e. Paşnavê Zelal wê standiye. Em hevpeyvînê bi Kurdî pê re dikin. Ji ber ku ew dixwaze bi Kurdî biaxive. Zelal dibêje, ‘’Em ji bo azadiya Kurdistanê û Rêber Apo dimeşin.’ û wiha didomîne,’’Em ji bo serkeftina fikrên Rêber Apo dimeşin. Û ez êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Kurdistanê, planên dagirkirinê şermezar dikim. Armanca me yek e, azadî ye.’’
‘EZ JI DOZA KURDAN BAWER DIKIM’
Aûtor Garcîa Verdûra yê Spanî jî dibêje neheqiyeke mezin li ser Kurdan heye û got, ‘’Tiştên li Kurdistanê dibin neheqiyên mezin in. Ez bi doza Kurdan bawer im û ji bo vê têdikoşim. Neheqiyeke mezin li wan tê kirin. Ez jî ji bo piştgiriyê hatime vir.’’
Estela Mateo di nav gelek çalakvanên jin de yek ji wan. Ew ji Spanya tevlî meşê dibe. Mateo sedema tevlêbûna xwe ya meşê wiha dibêje: ‘’Em ji bo ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û azadiya Ocalan diparêzin li vir in. Her wiha konfederalîzma demokratîk nirx dide jinê. Her kes bi vê dizane. Ev raman û têkoşîn her ku diçe dibe enternasyonalîst. Ev paradîgma ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên çewisandî girîng e.’’ Mateo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û banga piştgiriya navnetewî kir.’’