‘Tîlerson bi dawîkirina êrîşên li ser Efrînê re, wê muzakere pêk were'
Wezîrê Karê DYA’yê, diyar kir ku wê di serdana xwe ya ji bo Tiriyeyê ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkirina li ser Efrînê bixin rojeva xwe.
Wezîrê Karê DYA’yê, diyar kir ku wê di serdana xwe ya ji bo Tiriyeyê ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkirina li ser Efrînê bixin rojeva xwe.
Têkildarî gera Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (ABD) Rex Tîllerson ya Rojhilata Navîn û Tirkiye jî di nav de ku wê 11- 16 Sibatê pêk were ji aliyê rayedarekê wezaretê ve daxuyaniyek hate dayin.
Di seredana Tîllerson ya bi Tirkiyê re, rayedarê wezaretê got,wê ji bo sekinandina êrîşa li ser Efrînê israr bike û nirxadina “wê hevdîtinek zehmet be” kir.
Rayedarê wezaretê di derbarê têkiliyên ABD-Tirkiye de ev tişt got: “Ev gelekî zehmet e. Gotin bi acizî ne. Tirk gelek aciz in û ji bo kirina vî karî, demekî gelekî zehmet e. Em di fikirin ku berjewendiyên me di her alikariyekî de heye.”
Rex Tîllerson di gera xwe ya Rojhilata Navîn de plan dike ku serdana Urdun, Tirkiye, Misir, Lubnan û Kuveyt bike