'Divê civaka navneteweyî êrîşên li ser Efrînê bide rawestandin'
Parlamentera Partiya Keskan a Swêdê ya Parlamenta Ewropayê Bodîl Cebellos got şermeke mezin ku cîhan derve li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê bêdeng e.
Parlamentera Partiya Keskan a Swêdê ya Parlamenta Ewropayê Bodîl Cebellos got şermeke mezin ku cîhan derve li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê bêdeng e.
Cebellos bang li ku Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî ji bo êrîşên dewleta Tirk rawestîne hewl bidin.
Cebellos û Berdevka Mafên Mirovan ên Ciwanên Nifşê Nû yê rêxistina ciwanan a Keskan Aîda Badelî bi hev re ji rojnameyea Arbetarbladetê re gotarek bi navê ‘’Cîhan çima çavê xwe ji tundiya Tirkan re digire’ nivîsîn. Di gotarê de tê gotin dewleta Tirk bêyî ku ji hêla Rojava ve navtêdanek hebe êrîş biriye ser bajarê herî ewle yê Sûriyê, zarok û jin jî di nav de gelek sivîl kuştine.
Cebellos bi bîr xist ku piştî şerê navxwe yê Sûriyê derketiye, Kurd heq jê derketine ku li derveyî şer bimînin û pergaleke demokratîk ava bikin û wiha domand: ‘Dema ku wan DAÎŞ ji Kobanê, Hesekê û Reqayê avêt hemû cîhanê ji wan re li çepkan da. Lê niha cîhana derve çavê xwe ji Tirkiyê re, ji êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê re digire. Ev nayê qebûlkirin, her wiha bêdengiya cîhanê nayê qebûlkirin.’’
Di gotarê de hate gotin dewleta Tirk li şûna li dijî DAÎŞ’ê şer bike bi çekên ku çekdar kirine êrîşê bi ser Kurdan de dibe û her wiha te gotin sedema ku Erogan êrîşê bi ser Efrînê de dibe ew e ku Erogan ditirse ku Kurdên li Sûriyê azad bibin û her wiha ditirse xwerêveberina Kurdan a li Sûriyê karîgeriya xwe li ser Kurdên li Tirkiyê jî bike.
Cebellos û Badelî gotin aştî, demokrasî, hurmeta ji mafê mirovan re wiha pêk naye ku cîhana derve çavê xwe bigire û gotin:’’ Berpirsyariya me ew e ku em li cem wan mirovan bin ku di êrîşên dewleta Tirk de, yên ku qebûlkirina vê ne pêkan e, têne kuştin. Em demokrat dema ku gef li ser aştiyê çêbû divê em biaxivin û divê em li rex Kurdan û mafê mirovan bin.’’