Destûr dan ku nûçegihana Kurd Emeç biçe Swîsreyê

Destûr dan ku nûçegihana Kurd Hulya Emeç ku ji 20’ê Çile ve li Balefirgeha Zûrîh tê girtin derbasî Swîsreyê bibe.

Nûçegihana Kurd Hulya Emeç ku ji ber dozên ku Tirkiyê lê hatibûn vekirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî ku cezayê wê teqez bû di ser Brezîlyayê re hatibû Swîsreyê û daxwaza îltîcayê kiribû. Daxwaza îltîcayê ya Emeç ku ji 20’ê Çile ve li beşa xeta derve ya Balafirgeha Zûrîhê dihate hiştin, ji hêla Sekreteryaya Koçê ya Swîsreyê (SEM) ve bi gotina ‘Brezîlya welatekî ewle ye’ hatibû redkirin û biryar hatibû dayin ku Emeç dîsa bişînin Brezilyayê.

Parêzerên Emeç li dijî vê biryara SEM’ê gilih kiribûn, serî li Dadgeha Îdareyê ya Federal a Swîsreyê dabûn û xwestibûn ku dosya ji bingeh ve were xirakirin.

Piştî serlêdana parêzeran Dadgeha Federal biryar dabû ku Brezîlaya dibe ku ji bo Emeç nebe welatekî ewle û xwestibû ku SEM dîsa li biryara xwe binere.

SEM’ê çend rojên bihurî biryar da ku rêveberiyê rawestîne û ragihand ku Emeç dikare derbasî Swîsreyê bibe.

Nûçegihana Kurd Huleya Emeç ku ji 20’ê Çile ve li balafirgehê dihate hiştin li nav gelek derdoran bûbû sedema nerazîbûnan, li Swîsreyê bûbû yek ji rojeva girîng. Gelek siyasetmedar û saziyên navnetewî gotibûn nûçegihanên Kurd li Tirkiyê û Kurdistanê di nav şertên pir giran de ne û desthilatdarî rasterast wan dike hedef û gotibûn heke Emeç vegerînin Brezîlyayê dibe ku bidin Tirkiyê.

SEM ku li ser daxwaza îltîcayê ya Emeç biryara redkirinê dabû û zexteke raya giştî li ser hebû, tê payin ku van rojên pêş derbarê mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.