Gel ji bo Ocalan û Efrînê li qadan in: Erdogan wê têk biçe!

Çalakiyên protestoyê yên li Ewropa ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê û tecrîda Îmraliyê hatibûn destpêkirin, didomin.

Li bajarê Vladîvostokt a Rûsyayê ji aliyê Partiya Karker û Şoreşger a Rûsyayê (RDÎP) ve bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiyên li Efrînê hate şermezarkirin.

Endamên RDÎP’ê êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê şermezarkir û êrîş weke ‘hewldana dagirkeriyê’ nirxandin.

Çalakgeran bi pankart û dirûşmeyên daxwaza azadiya Rojava û Efrînê kirin.

Li paytexta Moskova û li bajarê Yaroslavl ciwanên Rûsyayê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li Moskovayê komekî ciwanan wêneyên sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin e qetilkirin rakirin û li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk çalakî lidarxist.

MEŞA LI BELÇÎKAYÊ DESTPÊKİR

Li Belçîkayê meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û tecrîda Îmraliyê destpêkir.

Meş bi tevlîbûna gelek kesan ji Charleroî heya Lingy dom kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Her bijî berxwedana Efrînê’ hatin qîrkirin.

Li aliyê din hate diyarkirin ku di çalakiya roja 10’ê Sibatê ya li Gembloûx’ê heta Ware yê 20 kîlometre bimeşin. Dîsan roja 11’ê Sibatê ji Wawreyê heta Evereyê 20 kîlometre bimeşin.

Di çalakiyê de Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Çevlîk, Hevserokê NAV-BEL a BelçîkaErkan Polat û Hevberdevka Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan ArÎfe Soysuren axivîn.

MEŞA LI DANÎMARKAYÊ DIDOME

Li Danîmarkayê meşa ku ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê ve ji bo protestokirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê hatibû destpêkirin, dewreya xwe ya îro bidawî kirin.

Kurdistanî di seat 10:00’an de li Îstasyona Ballerûp li hev civiyan û heya Hûsûmtorvetê meşiyan.

Roja 2’an a meşê ango 10’ê Sibatê wê gel di seat 10:00’an de li Îstasyona Hoje Taastûp li hev kom bibin û heya Îstasyona Rodovre bimeşin.

Roja 3’an a meşê jî wê 11’ê Sibatê pêk were. Roja Yekşemê Kurdistanî di seat 11:00’an de li Îstasyona Vallensbaekê kom bibin û li Qada Radhûspladsen mîtîngekê lidarbixin.

LI ELMANYA ÇALAKÎ BELAV DIBIN

Kurdên li bajarê Revensbûrg ê li herêma Bodensee ya Elmanyayê jî tevlî çalakiyan bûn.

Çalakiya ku 200 kesan zêdetir tevlî bûn de bi sedan belavok hatin belavkirin. Gelê Elman hatin agahdarkirin û dewleta Tirk hate tehşîrkirin. Di çalakiyê de pankartên ku “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime” û “Tankên Elman ji Efrînê bi cehenime” hatibûn nivîsîn hatibûn vekirin.

LI PARÎSÊ ROJA 2’AN

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrînê ku li paytext Parîs a Fransayê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2’an de dewam dike.

Meşa dirêj îro ji pêşiya Şaredariya Îvry Sûr Senîneyê destpê kir.

Ji beriya meşê li pêşiya şaredariyê bi rayedarên şaredariyê re gel pêşwazî kir. Rêveberiyên şaredariyê diyar kirin ku divê bi lezgîn Ocalan bê azadkirin û peyama “Em ê her demê piştgirî bidin têkoşîna azadiya gelê Kurd.

Endamên Ciwanên Azad jî pankarta “Ji Ocalan re azadî” vekirin û dirûşmên “Parastina Efrînê, parastina mirovahiyê ye” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” qîr kirin.

Wê meşa ciwanana a beşa duyemîn di roja duyemîn de li Qada Bastîlle bi dawî bibe.

Roja 3’an meşê di saet 14:00’an de wê ji Qada Repûblîqe bi mîtîngeke girseyî dewam bike.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, Tevgera Jinên Kurd a Fransa, Platforama Xwedîderketina Efrîn a Parasî ji bo çalakiyên sibe bên lidarxistin banga tevlîbûna xurt kirin.

‘ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE’

Li bajarê Lavrîo yê Yûnanîstan êrîşên li ser Efrînê bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyê ya di pêşengtiya Meclîsa Kampa Lavrîoyê hate destpêkirin, di roja xwe ya 21’an de bi meş û çalakiya rûniştinê domandin. Di çalakiya têde alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan de, ji qada bajêr heta qada bîrdariyê meşiyan.

Li ser navê Meclîsa Kampa Lavrîo yê Argeş Wan daxuyaniyek da û berxwedana Efrînê silav kir. Wan got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî berxwedana Kurdan têk çûn. Artêşa Tirk zarok û koçberan dike hedef û qetildike.”