Amadekariyên kongreya HDP’ê bi dawî bûn
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ragihand ku hemû amadekariyên ji bo kongreya 11'ê Sibatê ku wê li Enqereyê were lidarxistin, bi dawî bûne. Tê payîn ku nêzî 10 hezar kes beşdarî kongreyê bibin.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ragihand ku hemû amadekariyên ji bo kongreya 11'ê Sibatê ku wê li Enqereyê were lidarxistin, bi dawî bûne. Tê payîn ku nêzî 10 hezar kes beşdarî kongreyê bibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên xwe yên ji bo kongreyê qedandiye.
Alîkarê Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Ûzûner, diyar kir ku ewê di Rewşa Awarte de kongreya xwe pêk bînin û wiha axivî: “Em ê di kongreyê de ne tenê hilbijartinên hevserokatî, PM û MYK’a bikin, em ê di kongreyê de ji şer, yek tîpî, êrîş, zilm, xizantiyê û faşîzmê re bêjin êdî bese.”
Ûzûner da zanîn ku wê bi Kurdan, Tirkan, Lazan û Çerkezan re ji Amedê haya Artvînê, ji Kevanê heya Kaşanê mirov beşdarî kongreyê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me hedef kir ku 10 hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Lê heya niha tenê ji navçeyan 10 hezar kesî daxwaz kirine beşdarî kongreyê bibin. Tu êrîş wê me ji rêya me nekin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin.”
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demîr jî, diyar kir ku nêzî mehekê ye xebatan dikin û wiha got; "Em ê bi kongreyê dest bi destpêkêk nû bikin. Divê ev pêvajo êdî biguhe re. Di civînên me pêk anîn de, me hêrsa gel a mezin bûyî dît. Ligel hemû êrîşan jî gel rêxistinbûyan xwe diparêze û bi biryare. Wê girtin, binçavkirin û hemû cûreyên êrîşan nekarin pêşiya bi deh hezaran gel bigire. Gelê me amedeye beşdarî kongreyê bibin."