ROJEVA 10'Ê SIBAT 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2018'an.
-Wê çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin şopandin
-Li Bakurê Sûriyê operasyonên li dijî DAÎŞ’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê werin şopandin.
-Wê meşa 1200 enternasyonîstên li Luxembûrgê, ji bo azadiya Ocalan û ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê bi tevlêbûna gelek akademîsyên cîhanê û nûnerên saziyan were şopandin.
-Fermandara YPJ’ê ya Efrînê Zozan Kobanê ku Berxwedana Serdemê nirxandî got têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê wê li Efrînê bi Erdogan jî bidin jiyîn û ev soza tolhildanê da gelê Efrînê: ‘’Em ê tola her sivîl û hevrêyê xwe yê ku hatî kuştin hilînin.’’
-Hemû ciwanên gundê ser sînor ê di navbeyna Raco û Bilbilê de li ber xwe didin. Yixtiyar jî li gel bombekirên giran ên van 20 rojan jî gundê xwe bernadin.
-Destûr dan ku nûçegihana Kurd Hulya Emeç ku ji 20’ê Çile ve li Balefirgeha Zûrîh tê girtin derbasî Swîsreyê bibe.
-3. Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan nêz dibe. HDP'ê bi hemû pêkhateyên xwe re dide pêş ku wê têkoşîn hevpar bibe û ber bi platformên mezintir ve biçe.
-Parlamenterê HDP’ê Ahmet Yildirim û yek ji damezirînerê Federasyona Elewî Bektaşî Alî Kenanoglu binçavkirinên li ser HDP’ê yên beriya Kongreya Giştî ya 3’an nirxandin û gotin li gel hemû zextan jî bi rengekî girseyî ew ê kongreya xwe pêk bînin.
-Serok û Pîrê Meclîsa Elewiyana Mebatê ya Efrînê Pîr Comert got dewleta Tirk li Efrînê bi ser gel, îbadetxane û zarokan de bombeyan dibarîne û got, ‘’Em rêya xwe bernadin. Rêya me rêya heqiyê ye, rêya mirovahî û dirûstiyê ye. Em ê destûr nedin ku ew dîroka gemarî careke dî li ser gelê me were ferzkirin.’’