Demîrtaş ji bo kongreya HDP’ê peyam şand
Hevserokê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş peyamek ji bo 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê şand û wiha got; “Ez ê jî bi awayekî aktîv di nava HDP’ê de xebatên xwe bidomînim.”
Hevserokê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş peyamek ji bo 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê şand û wiha got; “Ez ê jî bi awayekî aktîv di nava HDP’ê de xebatên xwe bidomînim.”
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo 3’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wê di 11’ê Sibatê li Enqereyê were lidarxistin, peyamek şand.
Demîrtaş bi rêya parêzerê xwe peyam şand û wiha got; “Yên ku dixwazin HDP’ê dîzayn bikin ji hemûyan re hedê wan hate dayîn.”
Peyama Demîrtaş wiha ye; “Piştevaniya hemû dostan ez keyfxweş kirim. Di heman demê de ji dost û dijmin re jî nîşandan ku HDP çawe li aktîve û xwedî bingehîkî çawe ye. Baş bizanin ku yên hindir û ji derve dixwestin HDP’ê dizayn bikin hedê wan hatiye dayîn. Bi dilekî rehet û keyfxweş çûyîna kongreyê û demê dayîna peyamekî bihêze. Ez ê jî di nava HDP’ê de bi awayekî aktîv xebatên xwe bidomînim. Ez silav û spasiya xwe ji bo hemû kesên xwedî li HDP’ê derketîn dikim.”
Selahattîn Demîrtaş ku 2 deman hevserokatiya HDP’ê kirîbû ragihandîbû ku wê di kongreya 11’ê Sibatê de nebe namzet.