Sirri Sureya Onder: Em ê serî netewînin

Wekîlê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji operasyonên qirkirinên siyasî re nerazîbûn nîşan da got: “Em dixwazin ku operasyonên li hember HDK’ê bi dawî bibin. Divê heta niha fêm kiribin ku em ê bi van êrîşan serî netewînin.”

Wekîlê HDP’ê yê Enqerayê Sirri Sureya Onder û rêveberên HDP’a Enqerê der barê amadekariyên 3. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Nur Aytenur ji bo kongreya roja Yekşemê çêbibe da zanin ku hema hema amadekarî bidawî bûne û got: “Me bi konferansan dest bi amadekariyên kongreyê kiribûn. Bi heman heyecanê em xebatên xwe yên kongreyê didomînin. Em li hêviya gelê xwe ne ku bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin.”

Wekîlê Enqereyê Sirri Sureya Onder jî bal kişand ser şer û wiha axivî: “Vî şerî bi navkirinên cuda û li her derê cîhanê bi probagandayên sivik nikarin meşru bikin. Li ser esasê dijminahiya Kurdan birêxistin dikin. Dema vê dikin, hewl didin ku hovîtiya şer veşêrin.”
Sirri Sureya Onder destnîşan kir ku kongre wê li hember şer bibe aştî, li hember zilmê bibe azadî, li hember hovîtiyê wê wijdanan xurt bike û got: “Di salonê de cihê 20 hezar kesî heye, lê bi qasî ku me fêm kir wê nêzî 30 hezar kes bên. Hemû zehmetiyên me bi vî awayî bin. Rojeva me û berpirsiyariya me ew e ku kongre baş derbas bibe, di van şert û mercan de em civatê çêbikin, li derdora nexşerêyeke ku wê bibe hêviya paşerojê em mirovan bicivînin û lihevkirinek pêk were.”

‘VÊCA FÊM KIRINE KU EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’

Sirri Sureya Onder li hember yexta dewletê ya li ser HDP’ê û pêkhateyên wê jî nerayîbûn nîşan da got: “Ev 15 roj in bi awayekî pratîk STK dest bi serdana malên wekîl û hevserokên me yên navçe û bajaran kir. Li hember her saziya em diçinê û hemû pêkhateyên HDP’ê pêla girtinan dest pê kiriye. Ti carî civatek heta niha ewqasî hovane nehatibû astengkirin. Dewlet bi xwe jî berî niha hê zêdetir narîn tevdigeriya. Hew fikareke wê ya bi vî rengî heye. Ev kêmekî wê me xemgîn bike, lê ji aliyê din ve wê biryarbûna me xurtir bike û nîşanî me bide ku em di rêya rast de ne. Taybet operasyona vê sibehê li hember pêkhateyên HDP’ê pêk hat, em dixwazin bi dawî bibe. Divê fêm kiribin ku em ê bi van serî netewînin. Lê tişta ku jê re dewlet tê gotin kêmekî bi kêmaqiliyê hatiye xemilandin. Fêm nakin, lê emê bi wan bidin fêmkirin.
Herkesa/ê bawer dike ku şer ne çareserî ye û tenê xerçkirinên civakî zêde dike, ez divexwînim cıvata me ya wê bi şen derbas bibe.”