ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ser Hevseroka HDP’ê biryara binçavkirinê
Diyar bû ku li ser Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay biryara binçavkirinê hatiye dayin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 21'Ê DE YE
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev 21 roj in bê navber didomin. Navenda bajêr û hemû navçeyên wê hatin bombekirin. Şerekî dijwar diqewime. Tevî bomberdûmanê jî rejîma faşîst nikare bi pêş ve biçe. -
Efrîn careke din bû mijara KENY
Civîna Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî (KENY) a li ser pêkanîna agirbestê ji bo alîkariya însanî li Sûriyeyê, careke din bi ser neket. Di civînê de dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate nirxandin. -
Bi sed hezaran penaberên li Efrînê bang li NY’yê kirin
Penaberên ku bi şerê navxwe yê Sûriyê re xwe li Efrînê girtin û niha jî 282 hezar penaber lê hene, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin. -
YPG'ê 2 celadên DAÎŞ'ê yên Îngilîz girt
Rayedarên Amerîkî ragihandin ku hêzên Kurd, 2 DAÎŞ'iyên welatiyên Îngilîz ên li Sûriyeyê welatiyên Rojavayî kuştine û êşkence li girtiyan kirine, zevt kirine. -
Kurdên li Skandînavyayê tevî dostên xwe dadikevin qadan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi gelê Efrînê re, Kurdên li Skandînvyayê dijîn tevî dostên xwe dawiya vê hefteyê dadikevin qadan. -
Dr. Mayda: Em nikarin Kerbelayeke duyem ragirin
Dr. Ibrahîm Mayda li ser bombekirina Bendava Meydankê, ku di hewldana dagirkirina Efrînê de hate bombekirin û pêdiviya avê ya bi sedan gundî jê dihat, got, "Dinya nikare Kerbelayeke din ragire." -
Li Parlamenta Fînlandiyayê çalakiya ji bo Efrînê
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê komek ji Kurdistanî ketin avahiya Parlamenta Fînlandiyayê û çalakî kirin. -
Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' bi koma Oldenbûrgê re ye
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî kete hefteya xwe ya 294’an. -
Pêkhateyên HDK'ê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de, Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
'Gelên berxwedêr wê bi ser bikevin'
Çalakiyên ji bo Efrînê ku ji 20'ê Çileyê ve li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide dewam dikin. -
Pentagonê li ser destwerdana li hêzên rejîmê daxuyanî da
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) li ser bomberdûmana li Dêra Zorê daxuyaniyek da ku çend roj berê li dijî hêzên alîgirê rejîma Sûriyeyê hate kirin û zêdeyî sed çekdarên alîgirê rejîmê hatin kuştin. -
4 partiyên li eyaleta Nidersachsenê ji bo Efrînê bang kirin
Komên CDU, SPD, FDP û Partiya Keskan ên li Meclîsa Eyaleta Nidersachsenê ya Elmanyayê fikarên xwe yên li ser êrîşên li dijî Efrînê anîn ziman û ji artêşa Tirk xwestin ku tavilê dest ji êrîşên xwe berde. -
ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2018'an. -
Rojeva Rojê
8'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
200 enternasyonalîst ji bo Ocalan û Efrînê dane rê
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê 200 enternasyonalîstên ji 17 welatan ji Lûksembûrgê dane rê û wê biçin Strasbourgê. -
Li Fransa û Danîmarka ji bo Ocelan û Efrîn dimeşin
Li Fransa û Danîmarka Kurdistranî û dostên wan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Efrînê meşên dirêj amade dikin. -
Hevserokê DBP’ê bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê
Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê Mehmet Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin. -
Nişaneya têkçûna dewleta Tirk
Operasyona dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Çileyê de dayî destpêkirin, rê li ber pirsgirêkên mezin vekirin. -
QSD’ê bîlançoya rojê ya li Efrîn eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya rojê ya Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand di şer û operasyonên paqijkirinê de bi dehan leşker Tirk û çeteyê wê hatine kuştin. -
Li pêşiya PE’yê çalakiya ‘Dawî li dagirkeriya Tirk bînin’
Bi tevlîbûna parlemeteran li pêşiya Parlemetoya Ewropayê ya li Strasboûrgê li dijî êrîşê dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wê ya li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. -
Parlamentoya Ewropayê banga hevdîtinan li PKK û Tirkiyê kir
Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeyeke derbarê mafên mirovan ên li Tirkiyê qebûl kir. -
Dest danîn ser kaxizên A-4 ên girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Odemîşê, rêveberiya girtîgehê destê danî ser kaxizên A-4 ên girtiyan û girtî ji bo ku nikaribin nameyan binivîsin, hatin astengkirin. -
Erdogan bi penaberan şantaj kir, niha jî wan diqewirîne!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan penaberên Sûriyê kire sedema şer, li dij Ewropa kire şantaj û niha hewl dide wan biqewirîne. -
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li bejahiya Dêra Zorê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn eşkere kir.