Fermandar û Berdevka YPJ’ê ku li paytexta Swêdê karê dîplomatîk didomîne li Parlamentoya Swêdê di civîna çapemeniyê de got dewleta Tirk û çeteyên OSO dikarin li Efrînê qirkirinê bikin.
Evdille got Efrîn mozaîkeke wiha ye ku gelek nasname û baweriyên cihê li gel hev dijîn.
Ebdullah got li Sûriyê ku Ereb, Kurd, Tirkmen û kêmarên dî li Efrînê bi hev re dijîn, di şerê navxwe yê Sûriyê de komên etnîk ên cihê pişta xwe hev girtine û Efrîn bûye sembola vê, her wiha Efrîn li Sûriyê tekane bajar e ku aramî û aştî lê saz e. Ebdullah wiha domand:
BI ÇEKÊN NATO’YÊ ÊRÎŞÊ TÎNIN
‘Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye ev 20 roj in li ber çavê cîhanê bi çekên NATO’yê êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Ev êrîşên dewleta Tirk li dijî hiqûqa navnetewî ye. Ne rast e ku li ser Tirkiyê gefek heye. Em dixwazin dewleta Tirk ispa bike ku me êrîş bi ser wan de biriye. Lê erîş li ser me heye û sivîl têne kuştin. Li gorî agahiyên di dest me de heta niha 148 sivîl hatine kuştin. Ji van piranî jê zarok û jin in.’’
‘NÎŞANE HENE KU TIRKIYÊ GAZA SARÎNÊ AVÊTIYE’
Ebdullah got di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de ji 300 kesî zêdetir mirov birîndar bûne, 77 şervanên QSD’ê şehîd bûne û got ev komkujî bi çekên NATO’yê pêk tên.
EVdile her wiha diyar kir di êrîşên dewleta Tirk de beriya bi sê rojan hin nîşane hene ku gaza sarînê hatiye avêtin û got ji bo ku li herêmê şer heye hê lêkolîneke bi berfirehî nehatiye kirin.
‘EW BOMBE DIKIN DAVÊJIN STÛYÊ ME’
Ebdullah got Tirkiye êrîşên bi ser îdîayên ku hêzên YPG-YPJ’ê hawan avêtiye ser kampên penaberan, Kilîs û Reyhanlî ne rast in û got, ‘’Ew bi xwe bombeyan davêjin, piştra davêjin ser me. Ji bo ku raya giştî ya Tirk bidin cem xwe û êrîşên xwe yên ser Efrînê mafdar bikin derewan dikin û dibêjin Kurd êrîşan tînin.’’
Ebdullah got berovajî vê gelek delîl hene ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê destek dike û berê wan dide Kurdan. Ebdullah got, ‘’40 endamên DAÎŞ’ê ku di şer de me dîl girtin gotin dewleta Tirk destûr daye wan ku derbasî Sûriyê bibin.’’
‘EM JI KOMKUJIYA BI SER XIRISTIYANAN DE BI FIKAR IN’
Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk êrîşê bi ser berhemên dîrokî, bendan û bîrên avê dike, wêneyên wan nîşan da û got, ‘’Ji ber ku êrîşê bi ser Efrînê de tînin nikarin biçin dibistanan. Ji êrîşên dewleta Tirk gelê Xiristiyan ê herêmê ziyanê dibine. Li Efrînê ziyan li ser dêran çêbû. Em ditirsin ku Tirkiye û DAÎŞ ku bikeve Efrînê de komkujiyê li ser gelê Xiristiyan bikin. Elewî jî wê ziyanê bibînin.’’
MUTT: ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ ÊRÎŞA LI SER TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE
Piştî Ebdullah Parlamenterê Partiya Keskan û Endamê Komîsyona Karê Derve yê Parlamentoyê got şervanên YPG-YPJ’ê lehengên serdema me ne û domand, ‘’Dewleta Tirk bi çeteyên rex xwe dema ku bi terora dewletê êrîş bi ser Efrînê de dibe êrîşê ne tenê bi ser Efrînê de lê her wiha bi ser hemû rêgezên sereke yên hiqûqa navnetewî, êrîşê bi ser pergala hiqûqa navnetewî de dibe. Ji bo vê jî divê Swêd, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku vê terora dewletê bi dawî bikin xwedî helwesteke xurt bin.’’
Mutt got Partiya Keskan û hemû hêzên aştîxwaz ên Swêdê, li rex gelê Efrînê, şervanên YPG-YPJ’ê ne.
Ajanda Nûçeya a Swêdê TT, Televizyona Dewletê ya Swêdê, TV 4, Dagens Nysheter û Svenska Dadbladet bi Ebdullah re hevpeyvîn kirin.
300 ENDAMÊN DAÎŞ’Ê YÊN KU 40 WELATÎ LI GIRTÎGEHAN IN
Ebdullah bersiv da pirsên çapemeniya Swêd a derbarên endamê DAÎŞ’ê yên ku ji welatên Ewropayê çûne Sûriyê û got ji 40 welatî nêzî 300 endamên DAÎŞ’ê di dest wan de ne.
Ebdullah got ji bo ku tevlî nav karê terorê bûne ew wan wekî êsîrên şer qebûl nakin û xwest ku dewletên Ewropayê werin endamên DAÎŞ’ê bibin û wan darizînin.
Ebdullah diyar kir ku ew çeteyan li girtîgehên taybet digirin û wiha domand: ‘’Ev ji bo me problemeke mezin e. Em nizanin çi bi wan bikin. Li gorî destûra me em nikarin wan dar ve bikin. Wê li girtîgehan bimînin. Ji bo ku ji bo hemû cîhanê gefek in em nikarin wan berdin.’’
Ebdullah got di nav endamên DAÎŞ’ê yên girtî de welatiyên Swêd û Skandînavî jî hene.