Koordînasyona KCDK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da, ji bo çalakiyên ku wê 9-10’ê Sibatê li seranserî Ewropayê ji bo Efrînê bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir.
Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:
“Berxwedana Serdemê ya di roja xwe ya 20’an de hê ji niha ve cihê xwe li dirokê xist. Tevî hemû êrîşên artêşa duyemîn a NATO’yê hemû pêkhateyên çi Kurd, Ereb, Xiristiyan, Eremenî, Suryan, Asûrî, Tirkmen û baweriyên cihê yên Misilman, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û baweriyên cuda cuda li ber xwe didin û cihên xwe bernadin. Ya li Efrînê li ber xwe dide ruh û zanîsta demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê ye.
Dewleta Tirk a hêza xwe ji Rûsya, DYA û welatên din ên Ewropayê digire tam 20 roj zêdetire bê rawestan bi şev û roj li Efrînê, li gundên Efrînêê, li bajarok, navçe û darên zeytûnan bi balafiran bomberdûman dike. Balafirên Tirk ji hewa ve bombe dikin û ji erdê ve jî çete bê ku bêjin jin, zarok û kal gelê me qetil dike. Tenê bajar û navçeyan bombe nakin bê ku bêjin ev zindî ye yan ne zindiye her tiştî qetil dike û di komkujiyan re derbas dike.
Herî dawî 8’ê Sibatê di êrîşa hewayî ya li ser navenda Efrîn û bi dehan cihên sivîlan de bêyî ku bibêjin jin, zarok, sivîl êrîşekî qirker hatibû lidarxistin. Di destpêkê de Rûsya ku destûra van êrîşan dayî û hêzên dagirker yên van êrîşên qirker berpirsyarin. Li pêş çavên hemû cîhanê bêdengbûna li dijî Hîtlerê serdemê, hemû kes berpisyare. Ji bo nebûna şirikê vê sûçê êdî hemû cîhan divê dengê xwe bilind bike.
Berxwedana mezin ya gelê Efrînê dibin pêşengtiya YPG û YPJ’ê de qehremantiyekî mezin li dijî DAIŞ’ê û xwediyê wê Erdogan ku ji bo Ewropa bûbû gefek tenê ji bo Efrînê nîne ji bo parastina Bruksel, Amsterdam, Berlîn, Parîs, Londrayê ye. Ev têkoşîna mirovahiyê ku hemû mirovahiyê diparêse hemû gelê me yê li Ewropa dijî, dost, demokrat, hemû kesên ku dibêjin em mirovin di berxwedana Efrînê de cih bigrin. Em bang li hemû gelê xwe û dostan dikin ku bi dirûşmeya ‘Her cih Efrîn, her cih berxwedan’ şev û roj dakevin qadan û di nava çalakiyan de bin. Saziyên navnetewî û netewî yên li dijî qirkirina Efrînê bêdeng bimînin werin protesto kirin.
Em bang li hemû gelê Kurd, dostên wan û kesên dibêjin em mirovin dikin ku beşdarî çalakiya 9’ê Sibatê û 10 Sibatê bibin.”