HDK û HDP: Em hene û em ê hebin!
HDK û HDP’ê bal kişandin serê ku ew ê ji ber qirkirinên siyasî paşde gav neavêjin û peyama “Em ê bersiva xwe di kongreyê de bidin” dan.
HDK û HDP’ê bal kişandin serê ku ew ê ji ber qirkirinên siyasî paşde gav neavêjin û peyama “Em ê bersiva xwe di kongreyê de bidin” dan.
Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê li buroya xwe ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist.
‘YÊN KU BISER BIKEVIN EM IN’
Di civînê de Endamê Civata Navendî ya HDK’ê Metîn Kayaoglu bal kişand ser polîtikaya helandinê ya Tirkiyê û got: “Hedefa nêçîra siyasî Kongreya HDP’ê ye. Tê gotin ku di şer de pêşî rastî dimrin. Desthilatdarî bi şerê Efrînê, operasyonên hindur û derve dixwaye hebûna xwe berdewam bike. Em ê destûr nedin ku HDK bê krîmînalîzekirin.”
Metîn Kayaoglu bi van gotinan banga tevlîbûna kongreya HDP’ê kir: “Em ê di rêya em nas dikin de biçin. Bi heman wêrekiyê em ê roja Yekşemê li kongreya HDP’ê bin. Em jî hene, em jî hene û em ê hebin.”
Wekîlê Stenbolê yê HDP’ê Erdal Ataş jî got: “Hewceye ku em moralê xwe wenda nekin. Em bawer dikin ku em ê biser bikevin. Heke 50 hezar kes biçin wir wê girîng be û bi vî awayî şeqamekê li desthilatdariyê bidin. Divê li kongreyê em bi deh hezaran kes amade bin.”
Nûnera SODAP’ê Tulay Korkut jî diyar kir ku ji ber kongreya HDP’ê asteng bikin, AKP mirovan digre bin çavan.
Hevserokê Stenbolê yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Riza Bilgî jî ev peyam da: “Gelekî bi tirs û fikar in. Li holê ye ku wê wenda bikin. Gelê me wê li ber xwe bide.”
Hevserokê Bloka Aşitiyê Bahadir Altan jî got: “Derbarê şer de derûwan li vê civakê dikin. Ne pêkan e ku vê veşêrin. Bi zextan nikarin bêdeng bikin, ji her demê zêdetir pêwistiya me bi wê heye ku em li gel mirovên deokratîk cih bigrin.”
Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun jî diyar kir ku wan li ser navê jinan sond xwariye û got: “Yên ku şer bisekinîn jî em in. Em ê hemû bihevre him şer him jî faşîzmê bidin sekinandin.”