Li Atînayê ferzkirina cilên yek rengî hate protestokirin
Pêkanîna ferzkirina cilên yek rengî ya li girtîgehan li Atînayê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Parka Syntagmayê kom bûn gotin: “Ne cilên yek rengî ye, êşkence ye.”
Pêkanîna ferzkirina cilên yek rengî ya li girtîgehan li Atînayê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Parka Syntagmayê kom bûn gotin: “Ne cilên yek rengî ye, êşkence ye.”
Kurdistanî, rêxistinê şoreşger û dostên wan ên Yûnanî yên li paytexta Yûnanîstan Atînayê hatin ba hev pêkanîna cilên yek rengî ya li ser girtiyên tê ferzkirin protestokirin. Girseya li Parka Syntagmayê stand danîn, tevahiya çalakiyê belavok belavkirin. Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin hate bibîrxistin hemû pêşeng û şoreşgerên li dijî sîstema serwer derketin yan hatin qetilkirin yan jî hatin girtin.
GIRTIYÊN RADESTÎ FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ NEBÛN, ÎRO JÎ RADEST NABIN
Daxuyaniya ku têde hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi salane ji aliyê dewleta Tirk ve tê tecrîdkirin wiha dom kir: “Dîktatoriya Erdogan ya ku tecrîda civakî ya li ser Ocalan dide kirin, bi hinceta Rewşa Awarte dixwaze li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bide kirin. Gava vê ya yekem jî pêkanîna sepandina cilên yek rengî ya li ser girtiyan e. Bila her kes vê baş bizane ku di mercên herî giran ên faşîzma 12’ê Îlonê de girtiyên şoreşger êşkenceya cilên yek rengî qebûl nekiriye. Îro jî radest nabin. Divê hemû kes li dijî pêkanînên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê û bi sepandina cilên yek rengî ya li ser girtiyan hestyar be, daxwaz dikin ku deng bide dengên girtiyan.”