Leyla Xalid: Li Efrînê em bi we re ne

Endama Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Leyla Xalid tevlî 3. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû. Leyla Xalid bal kişand ser şerê li Efrînê.

Endama Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Leyla Xalid beşdarî 3. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê ya bû.

Axaftina Leyla Xalîd a li Kongreyê wiha bû:

"Min silavên gelê Filîstinê ji we re anî. Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gel a Filîstinê di girtîgehên Îsraîlê de ye. Ez wan û hemû hevrêyên, her wiha Selahattîn Demîrtaş û hevrêyên wî silav dikim. 

Nasnameya zindanan nîne. Zindan hemû weke hev in. Erka hemûyan astengkirina demokrasî û azadiyê ye. Em li zindanên Fransî hînî van bûn. Em ê bi alîkariya hev hemû zindanên li ser rûyê erdê hilweşînîn, li şûna wan em ê navendên çandê û dibistanan vekin.

Îro li Enqereyê min du dîmen dîtin. Min hêzên polîs ên li kolanan û derdora salonê dîtin. Heman dîmenî em li Filîstînê dibînin. Lê dema ez ketim nava vê salonê, min gelên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê dîtin. Ev dengê ji vê salonê bilind dibe dengê gelan e.

Li cihê ku mêtingerî, zext û tundî heye, wê berxwedan mutleq geş bibe. Hûn li ber xwe didin. Hûn dengê têkoşîna li hember mêtingeriyê ne. Li ser navê gelê Filîstin ê ku li ber xwe dide, ez we silav dikim. Em bi we re dengê xwe li hember şerê li dijî Efrînê bilind dikin. Şer rê li ber mirinê vedike ne ji jiyanê. Gel jiyan û paşerojê ava dikin. Ji vê salonê hemû gelên têdikoşin silav dikim.

Xwestekeke min ji we heye; ez dixwazim ku hûn tevgera boykotê ya li hember Îsraîlê bilind bikin. Li hember van hêzên siyonîst, li ku derê dibe bila bibe, divê em mil bi mil têbikoşin.

Em piştigiriyê didin we. Têkoşîna gelan wê her hebe!"