Li Oslo, Kopenhag û Atînayê şehîd hatin bibîranîn-NÛ BÛ

Li paytexta Norweç Oslo, li paytexta Danîmarka Kopenhag û li paytexta Yewnanîstan Atînayê şervanên di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê şehîd bûbûn, bi merasîman hatin bibîranîn.

Li paytexta Norweç Osloyê şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn. Malbatên şervanên li Efrînê şehîd bûbûn, beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Osloyê hate lidarxistin. Xalê Canşer Dirbespiyê, Dr. Ûmran Tahlo û xalê Avesta Xabûr Canşer Hemo jî beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê PYD’ê Serbest Alî û li ser navê malbatên şehîdan jî Dr. Ûmran û Canşer Hemo axivîn.

Merasîma bibîranînê piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Fermandarê HPG’ê Alîşer Xelîkan (Mehmet Korkmaz) ku di 19’ê Kanûna 2017’an de li Çewlîgê şehîd bûbû û  Avesta Xabûr û Barîn Kobanê yên ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê li lokala Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre sînevîzyona li ser Şehîd Avesta Xabûr û Alîşer Xelîkan hate nîşandan.

Piştre axaftinan, merasîma bibîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin bibîranîn. Merasîm li Navenda Çanda Mezopotamya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê malbatên şehîdan axaftin  hate kirin û wiha hate gotin; “Cîhanê gelê Kurd bi saya van şehîdên qehreman nas kir. Eger îro em dijîn, em deyndarên nirxên PKK’ê ne. Xwedîderketina li Rêbertî û nirxên xwe, xwedîderketina li jiyanê ye.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.