Êrîşên li ser Efrînê li 3 welatan hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li çar aliyên cîhanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve tên şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li çar aliyên cîhanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve tên şermezarkirin.

PATÎNOVSKÎ: Meclîsa Jinên Kurd a Platînovskî ku bi ser Federasyona Krasnodar a Rûsyayê ve ye, bi daxuyaniyekê operasyona dewleta Tirk a li hember Efrînê şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd hat dayin. Seroka Meclîsa Jinên Kurd Dîlber Mehmet got: "Tirkiye bi zanebûn li sivîlan dixe. Dixwaze mirov ji wir derkevin, bi zextan Kurdan ji cih û warên wan bikin. Lê gel xwedî li Efrînê derdikeve, ji biçûkan heta mezinan herkes li ber xwe dide û planên Tirkiyê pûç kirin. Em berxwedana gelê xwe silav dikin. Bi vê berxwedanê wê Tirkiye têk biçe û Rojavayê Kurdistanê azad bibe." Piştî axaftinê jinan bi dirûşmeyan berxwedana Efrînê silav kir. 

HALLE: Li bajarê Halle yê Elmanyayê, Meclîsa Gel kongreya xwe bi beşdariya 100 kesî pêk anî û meclîsa xwe ya ji 45 kesî hilbijart. Di kongreyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û Berxwedana Serdemê hat silavkirin. Beşdaran işaret bi girîngiya kongreya neteweyî kirin û ji bo berxwedanê banga piştgiriyê kirin.

HANNOVER: Meşa dirêj a li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê di roja sêyemîn de ye. Meşê ji Langenhagen Theodor-Heuss-Strasseyê dest pê kir û wê dosyayek li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêşkêşî parlamenta eyaletê were kirin. Çapemeniya Elman jî meşê bi baldarî dişopîne.

CHARLEROÎ: Meşa 3 rojan a ji bajarê Charleroî yê Belçîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezakirina êrîşên li ser Efrînê dest pê kir didome. Piştî meşa ji 22 kîlometreyan çalakger gihîştin Plas Shûmman a Brukselê. Siyasetmedarê Kurd Hasan Çewlik li vir axivî û got, "Em ê di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de li cem Efrînê cih bigirin." Endamê Komeleya Demokratên Ermenî yên li Belçîkayê hosvep Hayrenî jî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê têk biçin.