Kongreya HDP'ê dewam dike: Em ê teqez bi ser bikevin
Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê li Enqereyê dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li vir axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bi ser bixînin.
Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê li Enqereyê dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li vir axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bi ser bixînin.
Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Ji bo hevserokatiya dîwanê Sirri Sureyya Onder û Meral Daniş Beştaş, ji bo endametiya dîwanê jî Feleknas Ûca, Garo Paylan û Muslum Dogan hatin hilbijartin.
Dûre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.
Di destpêka kongreyê de Meral Daniş Beştaş axivî û got, "Heta îro digotin HDP nikare kongreya xwe bicivîne. Lê salonê bersiva herî zelal daye wan. Em îro li dijî faşîzm, zilm û zordariyê li hev civiyane."
SILAV JI OCALAN RE HATE ŞANDIN
Sirri Sureyya Onder jî got, "Em Birêz Ocalan ku afirînerê aştiyê ye bi rêzdarî silav dikin."
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ku wê wezîfeya xwe radest bike, axivî.
Kemalbay got, "7'ê Hezîranê me hevdîtinek gelek mezin û girîng kir. Gelê me gavên pir mezin avêt. Lê hêzên serdest bûn asteng. Hevserokên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, wekîlên me, hevşaredarên me li dijî hemû hilbijêrên me operasyon pêk anî. Lê hemû hevalên me yên girtî zindan kirin qada berxwedanê. Têkoşîna zindanê hêzê û rûmetê dide me."
Di dewama axaftina xwe de Kemalbay got, "Divê gelê me êdî bersiva pirsa 'Sed sal in polîtikayên înkar, îmha, zayendîparêzî, cudakarî, faşîzm, kedxwariyê wê bidome ya na?' an jî "Wê demokrasî, azadî, aştî, yekitiya gelan, pirrengî, pirnasnameyê têxin meriyetê û jindar bikin ya na? bide. Em ji bo azadiyê bi biryar, bi bawerî bi wêrekî têdikoşin. Sala 2018'an wê bibe sala zelaliyê. An wê faşîzm bi ser bikeve an wê yekîtiya gelan û demokrasî bi ser bikeve. Ji ber ber vê yekê helwesta vê salonê pir girîng e. Îro bi deh hezaran helwesta xwe li vir diya kirin. Ji ber vê yekê ev kongreya mezin dîrokî ye û bêtir hêzê dide têkoşîna me. Faşîzm bi yekîtiya hêzê, mil bi mil, bi berxwedan û têkoşînê têk diçe. Ji ber vê yekê divê em bibin yek. Divê em hemû bindest, gel û kesên tên înkarkirin û mafê wan tê binpêkirin bi hevre têbikoşin. Ji bo em aştî, demokrasiyê xurt bikin divê em dest bidin hev bi hevre têbikoşin. Ji bo jiyanek nû, xwezaparêsî, demokrasî parêzî em bi hevre têbikoşin. Li ser navê pêşketina Tirkiye derewên gelek mezin kirin. Îro xistine halê ku mirov nikare derkeve kolanan. Karker û kedkar nikarin debara xwe bikin. Tirkiye îro bi Rewşa Awarte tê rêvebirin. Desthilatdarî îro bi Rewşa Awarte xwe li ser piyan dihêle. Em dixwazin li vî welatî xwîn raweste. Birêz Ocalan dixwaze li vî welatî xwîn raweste. Ji bo li vî welatî aştî pêş bikeve têkoşiya. Hemû hewldanên wî ji bo aştiyê bûn. Îro tecrîd heye li dijî Efrînê êrîşê dikin. Em heviya gelan in, em têkoşîna yekîtiya gelan didin û ji niha û şûnde jî em ê vê têkoşînê bidomînin."
Kemalbay herî dawî bi gotina "Ev keştî wê bigêje peravê. Wê bigêje benderê. Em ê qezenç bikin teqez em ê bi ser bikevin" bi dawî kir.