Kolberekî din ê Kurd hate kuştin
Kolberekî din ê Kurd li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.
Kolberekî din ê Kurd li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.
Komeleya Mafên Mirov a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku duh cenazeyê kolberekî bi navê Şiwan Resûlî li geliyê Hencîre Reş ê Bane ku dest û lingên wî girêdayî bûn, hatiye dîtin.
Şiwan Resûlî berî niha bi hefteyekê ji bo karê kolberiyê ji mala xwe derketibû.
Li ser sedema kuştina Şiwan Resûlî hê agahî nehatine girtin.