Kongreya HDP'ê kete ber lêpirsînê
Dadgeriya Tirk, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Sirri Sureyya Onder de ji ber daxuyaniyên li kongreya HDP'ê dest bi lêpirsînê kir.
Dadgeriya Tirk, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Sirri Sureyya Onder de ji ber daxuyaniyên li kongreya HDP'ê dest bi lêpirsînê kir.
Rejîma AKP-MHP bi zext, zordarî û operasyonên qirkirinê yên siyasî dike kir nekir nekarî pêşî li pêkhatina kongreya HDP'ê bigire. Lê niha jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Sirri Sureyya Onder de ji ber daxuyaniyên li kongreya HDP'ê dest bi lêpirsînê kir.
Ji bo lêpirsînê jî îdîayên "Propaganda rêxistina terorê kirine", "Hewl dan kîn û dijminatiyê bixin nava gel" û "Pesnê sûc û sûcdaran dane" weke hincet hatin nîşandan.
Serdozgeriya Tirk, vekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kongreyê û nerazîbûna li dagirkirina Efrînê weke 'sûc' nîşan da.