Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan li Parîsê hat bibîranîn

Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan (Kemal Akyol) li paytexta Fransa Parîsê hate bibîranîn.

Ji bo Ozgur Seyît Karakoçan (Kemal Akyol)  yê di êrîşa hewayî ya di 4’ê  Îlona 2017’an li ser Heremên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûyî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Malbata Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, endamê Rêxistina Jinê Kurd Sakîne Karakoçan, rayedarê saziyên Fransa, CDK-F, HDK-Fransa, MLKP, rayedarên FEDA û bi sedan kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bibîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Di bibîranînê de endamê  Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Ûlûdag axivî.

Ûlûdag, got “Şehîdên me di vê berxwedana serbilind de jiyana xwe ji dest didin, ji bo gelê Kurd bi azadî û serbilindî bijîn, şehîd dibin. Kemal jî yek ji van hevalên me yên şehîd e.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endama Tevgera Jinên Kurd Sakîne Karakoçan jî axivî û wiha gotin; “Di serî de serê malbata heval Kemal, Rêber Apo, rêhevalên wî û hemû gelê Kurd sax be. Hevalê me Ozgur li Ewropayê mezin bû. Dikarî ji bo xwe jiyanekî din hilbijêre lê belê ji bo doza mafdar a gelê xwe berê xwe da çiyayên azad.

Çîroka jiyanê ya Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan rastiyên  Kurdistan û gelê Kurd e. Di şexsê Kemal de em ê xwedî li hemû nirxên şehîdên xwe derbikevin. Li dijî êrîşên faşîzma Tirk yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd em ê têkoşînê geştir bikin.”

Dayîk û bavê Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan Bêrîvan Firat û Cafer Akyol jî wiha axivîn; “Kemal dema di 15 saliya xwe de jî dixwest beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bibe û me got ‘dema bibe 18 salî bila biryara xwe bide’.  Di meşa 2013’an a ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi biryardarî biryara tevlîbûnê da. Em bi Kemal û hemû şehîdên xwe serbilind in.”

Merasîm bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.