Kurdên Anatoliya Navîn berxwedana Efrînê silav kirin
Rêveberiya PKAN a Elmanyayê ku saziyeke Kurdên Anatoliya Navîn e, li ber êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê rabû û berxwedana mezin a li Efrînê silav kir.
Rêveberiya PKAN a Elmanyayê ku saziyeke Kurdên Anatoliya Navîn e, li ber êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê rabû û berxwedana mezin a li Efrînê silav kir.
Rêveberiya Elmanyayê ya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê civîne li dar xist.
Di civînê de êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin.
PKAN'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê tavilê helwestê nîşan bidin û got, "Rejîma AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rêya komkujî û dagirkeriyê dixwaze destketiyên gelê Kurd ên bi dayina berdêlên giran afirandiye, ji holê rake."
Platformê bi bîr xist ku AKP ev 3 hefte ne êrîşî Efrînê dike, lê nikare encamekê bi dest bixe û got, "Em dibînin ku gelê Kurd ê baweriya xwe bi azadiyê aniye, tevî derfetên gelekî kêm bi rngekî serdemî û bi heybet li ber xwe dide. Bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujî û dagirkeriyê ne ya qebûlkirinê ye."