Nûnerên Civaka Êzîdî: Bila hikumeta Elman bi erka xwe rabe

Komîteya Tifaqê ya avakirina Kongreya Êzîdiyên Cîhanê ji bo sekinandina êrîşên li ser Efrînê bang li hikumeta Elmanyayê kir ku bi erkên xwe rabe.

Komîteya Tifaqê ya avakirina Kongreya Êzîdiyên Cîhanê bi nameyekê bang li hikumeta Elmanyayê kir. Di bangawaziyê de qirkirina li Şengalê ya sala 2014'an de hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku heman hêz bi awayekî hovane niha li Efrînê sivîlan dikujin. 

HÊ TRAVMA ŞENGALÊ DERBAS NEBÛYE, YEKA DIN RÛ DIDE

Di bangawaziya ji bo rayedarên hikumeta Elmanyayê de tê bibîrxistin ku ji 3’yê Tebaxa 2014’an û vir ve qirkirin li ser civaka Êzidî tê ferzkirin û kujer jî DAÎŞ û hevkarên wê ne. 

Komîte behsa kirinên dijmirovî yên DAÎŞ’ê dike û wiha dewam dike: "Heyanî niha jî bi hezaran Êzîdî, bi taybetî jin û zarok, bi awayek hovane hatin qetil kirin. Dîsa bi hezaran jin û zarok hatin revandin, di bazarên koletî de hatin kirîn û firotin, dest avêtin wan û bi hezaran jî bi hovîtî li pêş raya giştî hatin qetil kirin. Şopên bi sedan jin û zarokên êzîdî hîn jî ne diyar in. Civaka me hîn vê trawmayê derbas nekiriye, qirkirineke din li ser tê ferzkirin. Vêcarê li Kantona Efrînê."

ÊRÎŞÊN LI HEMBER EFRÎNÊ GEFEKE MEZIN LI ÊZIDIYAN DIXWIN

Di bangawaziyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo civaka Êzîdiyan jî weke xeterî hate destnîşankirin û wiha hate gotin: "Êrişa sûcê mirovahiyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkarên wî çeteyên DAÎŞ’ê û Cephet El Nûsra ku hem bi bejahî û hewayî hewl dide Kantona Efrînê dagir bike, talan bike û qirkirin pêk bîne; ji bo me Êzîdiyan tehlûkeyek mezin e. Tevî ku bi sedan sîvîl hatin kuştin, cîhê ziyaretên baweriyan wek yên Êzîdî ya Xatuna Fexra li cîhê Qestel Cindo jî hate xerakirin." 

NABE KU HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TENÊ LÊ TEMAŞE BIKIN

Di dewama daxuyaniyê de komîte balê dikşîne ser kuştina sivîlan li Efrînê, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bi bîr dixîne û dibêje: "Nabe ku hêzên navneteweyî tenê mîna temaşekeran lê binerin. Divê li gorî pîvanên xwe tevbigerin."

Di dawiya daxuyaniyê de komîte diyar dike ku pirsgirêk tenê bi awayekî aştiyane û siyaseteke rast dikarin bi guftugo werin çareser kirin û bang li rayedarên hikûmeta Elmanyayê dike ku li gorî erkên xwe rabe û dawî li êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan bîne. 

Komîteya Tifaqê ya avakirina Kongreya Êzîdiyên Cîhanê di Nîsana 2017 dan de ava bû û ji 53 nûnerên sazî, dezgeh û partiyên cûda pêk tê.