Bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewrûpayê meşa dirêj a di navbera Lozan û Cenevreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Meş bi tevlîbûna hezar kesî pêk tê ku 200 jê enternasyonalîstên ji 37 welatên cuda ne. Meşvan ku gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, sporvan, nûnerên saziyên sivîl û hunermend hene, wê bi dirûşma "Bila Neteweyên Yekbûyî qikririna li Efrînê bisekinîne" ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan axivîn û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li hember komkujiya li Efrînê tê kirin bikeve nava liv û tevgerê.
Agahî tên…/…