ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Meşa 1000 kesî ya ji Lozanê ber bi Cenevreyê îro dest pê dike ku 200 enternasyonalîstên ji 17 welatan jî di nav de cih digirin.

- Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike. Şêniyên Şera û Şerawa bi biryar in ku gundên xwe neterikînin û dibêjin, "Ev der cih û warê me ye. Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin."

- Parka Azadiyê ya Efrînê tevî şer jî bi welatiyan tijî ye. Efrînî li gel bomberdûman û êrîşên giran jî bi xwe û şervanên xwe piştrast in.

- Rojnamevanê mûxalîf ê Îranê Arash Shoa ku hefteyek beriya niha li Wanê winda bû, hê jî agahî jê nîne. Li ser jiyana wî tirs û fikar hene.