BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 24'AN DE YE

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ev 24 roj in êrîşî Efrînê dike. Hêzên dagirker ên Tirk ku li hember gel û şervanên Efrînê nikarin bi pêş ve biçin, êrîşî sivîlan dikin. Rewşa dawî ya li Efrînê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin.

19:54

Li derdora gundê Şêxûrze yê navçeya Bilbil a Efrînê şerekî dijwar rû dide.

18:35

Li Efrînê bi merasîmekî bi heybet ve cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

18:19

QSD: Di nava 23 rojan de 862 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 23 rojan a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku heya niha 862 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin.

18:15

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 endamên xwe ragihand ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn.

17:57

Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Asayîşê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 endamên xwe ragihand ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn.

 

17:57

Navenda Ragîhandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê  li ser Efrînê eşkere kir. Di êrîşan de 180 sivîl şehîd , 413 birîndar bûne, her wiha 98 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê ragihand ku 862 kuştiyên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin û gelek alavên wan ên leşkerî hatine ruxandin.

17:34

Di encam êrîşa artêşa Tirik a dagirker a li ser Efrînê de 7 sivîl birîndar bûn.

 

17:15

Li gundê Berkaşê yê Bilbilê malên sîvîlan bû hedef

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê malên sîvîlan hilweşand.

16:44

Dîmenên balefira keşfê -Bayraktar- hate weşandin a ku îro li Efrînê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibû xistin.

 

16:15

Balefireke keşfê ya bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

15:05

Li gundê Dewa yê navçeya Cindirêsê û derdora wê şer giran e.

13:37

 

13:28

 

12:48

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku ji bo lêkolînkirina êrîşên li Efrînê hat, li navenda Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji aliyê bi hezaran Efrînî, nûnerên Meclîsa Damezrîner û Rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, TEV-DEM, Meclîsên Rêveberî û Zagonsaz ve hate pêşwazîkirin.

Heyetê di civîna çapemeniyê de li ser karê ku li Efrînê bike agahî da.

12:43

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundên Enhecere yên mezin û biçûk ên navçeya Mabata.

12:24

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Cindirêsê dibarînin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Derbalût ê Cindirêsê û Girê Dewa bomberdûman dike.

Hat diyarkirin ku li gundê Derbalûtê şerekî giran heye.

11:28

 

11:09

 

11:09

 

11:08