Şehîdên Efrînê li Den Haagê hatin bibîranîn

Li paytexta Hollanda Den Haagê şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li paytexta Hollanda Den Haagê di şexsê şehîd Avesta Xabûr (Zelûh Hemo), Ciwan Kurdî, Barîn Kobanê, Vejîn Elîşêr û Mihemed Xelîl de ji bo şehîdên Efrînê bîranînek hate lidaxistin. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat.

Merasîma ku bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan pêk hat, bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Di merasîmê de siyasetmedar Zozan Serhed li ser maneya fedakariya gelê Kurd û helwesta wê ya li hember dagirkeriyê  axivî.

Endamê PYD‘ê Zuhêr jî got ku şerê gelê Kurd li dijî dagirkeriyê û got ku şerê man û nemanê ye.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Avesta Xabûr, hate nîşandan.

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.